Li Dêrazorê endamekî Wezareta Parastinê hat kuştin

Di gundewarên Dêrazorê di êrişa çekdarên nenas de endamekî Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Li Dêrazorê endamekî Wezareta Parastinê hat kuştin
8 tebax, 2026   15:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku li gundê Cidêdet Begara yê li rojhilatê Dêrazorê di êrişa çekdarên nenas a endamekî Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê yê bi navê Xidir Hesen El Sewdawî hat kuştin.  Endamên bi navên Ebdurehman Hisên Mihemed Elî û Muxlif Xelîfe El Itês jî birîndar bûn.

Êrişkar û sedema êrişê nehatin zanîn. Der barê bûyerê de tu daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.

(bb)