Li kolanên Helebê şanoya têkildarî jinan

Ji bo danasîna êşên ku jin ji ber rejîmên desthilat dikişînin û teqeziya li ser têkoşînê ku rêbaza yekane ya rizgarkirina jinan e, komeke girêdayî Tevgera Hîlala Zêrîn a Helebê li kolanê şanoyek pêşkêş kir.

Li kolanên Helebê şanoya têkildarî jinan
Li kolanên Helebê şanoya têkildarî jinan
Li kolanên Helebê şanoya têkildarî jinan
Li kolanên Helebê şanoya têkildarî jinan
Li kolanên Helebê şanoya têkildarî jinan
Li kolanên Helebê şanoya têkildarî jinan
Li kolanên Helebê şanoya têkildarî jinan
Li kolanên Helebê şanoya têkildarî jinan
Li kolanên Helebê şanoya têkildarî jinan
23 mijdar, 2024   18:27
HELEB

Di çarçoveya rêzeçalakiyên bi boneya 25ˋê Mijdarê li dar dikevin de Tevgera Hîlala Zêrîn li kolanê şanoyek pêşkêş kir. Şano tundiya li dijî jinan vedibêje.

Tevgera Hîlala Zêrîn têkildarî êşên jinan dikişînin 3 rojan li kolanan şano pêşkêş kirin. Di roja yekemîn de li taxa Eşrefiyê, roja duyemîn li beşa rojava yê taxa Şêxmeqsûdê û îro jî li beşa rojhilat a taxa Şêxmeqsûdê, şano hatin pêşkêşkirin.

di roja dawîn de, beriya ku şano were pêşkêşkirin, endama tevgerê Fatme Reşo li ser rola jinê di birêvebirina civakan de û çawa têkoşîna wê bersiva herî guncaw a têkbirina hewldanên înkarkirina wê ye, helbestek xwend.

Şênî li cihê pêşkêşkirina şanoyê kom bûn û temaşe kirin.

Rêvebera beşa şanoyê ya tevgerê Axîn Mihemed ji ajansa me re li ser mijarê axivî û got: "Me bi pêşkêşkirina şanoyan li kolanan karî qêrîna jinan bigihanda civakê."

Di şanoya kolanê de gelek jinên ciwanan beşdar dibin. Ew jin fikir û enerjiyên xwe pêşkêş dikin, rewşê radigihînin û bi vê yekê dixwazin peyama xwe bigihînin civakê.

(fr)

ANHA