Li dijî Bokemalê êrişa hewayî ya nenas

Li dijî nuqteyeke li gundewarê bajarê Bokemalê yê rojhilatê Dêrazorê êrişeke hewayî ya nenas hat kirin. Li gorî hin dezgehan jî, balafireke bêmirov ku tê texmînkirin a Koalîsyona Navneteweyî ye nuqteyeke girêdayî hêzên Îranê bombebaran kir.

Li dijî Bokemalê êrişa hewayî ya nenas
23 mijdar, 2024   18:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li derdora bajarê Bokemalê yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê ku di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de ye dengê teqîneke mezin hat bihîstin. Şêniyan anî ziman ku Koalîsyona Navneteweyî nuqteyên hêzên Şamê û çekdarên din ên girêdayî wê hedef girt. 

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku dengê hatiye bihîstin ew e ku balafireke bêmirov a nenas navendeke komên girêdayî Îranê li Salihiyê yê gundewarê Bokemalê bombebaran kir. Lê agahiyên li ser kuştiyan heta niha nehatine parvekirin.

Çavkanî û dezgehên ragihandinê yên xwecih jî anî ziman ku Koalîsyona Navneteweyî nuqteyeke komên girêdayî Îranê li gundê Salihiyê yê Bokemalê bombebaran kir.

(fr)