Li kolanên Helebê girikên çopê

Di dîmenan de ku li ser medyaya dîjîtal belav bûne, xuya dike ku li taxên rojhilatê Helebê gelek çop kom bûye.

Li kolanên Helebê girikên çopê
Li kolanên Helebê girikên çopê
Li kolanên Helebê girikên çopê
28 nîsan, 2026   11:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Çend platformên medyaya dîjîtal vîdeoyek parve kir ku rewşa xirab a xizmetên paqijiyê li taxên rojhilatê Helebê nîşan dide.

Vîdeo ku li taxa Salah El Dîn hatiye kişandin, nîşan dide ku li kolanan çop kom bûye, bûye girik û sewal li dorê diçêrin.