Li Humsê 2 malbat bi hev ketin: Kesek hate kuştin, 2 kes birîndar bûn

Li Humsê di navbera 2 malbatan de şer qewimî. Di encamê de kesek hate kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Li Humsê 2 malbat bi hev ketin: Kesek hate kuştin, 2 kes birîndar bûn
28 nîsan, 2026   11:28
HUMIS

Li bajarê El Qesîr ê Humsê malbata Seqerca û malbata El Mekalda Ii ser zeviyên çandiniyê bi hev ketin, piştre pirsgirêk mezin bû û bi çekan êrişî hev kir.

Çavkaniyên herêmî der barê sedema şer de ev agahî dan nûçegihanê me: "Pez ket nava zeviyên çandiniyê yê malbatekê. Piştre xwediyên zeviyan bertek nşan dan û şer derket. Piştre jî ev şer giran bû û bi çekan êrişî hev kirin."

Hate zanîn ku di encama şer de ciwanek bi navê Fadî El Elî (Ebû Malik) ku ji herêma El Burhaniyê ye, hatiye kuştin û 2 kes jî birîndar bûne. Yek ji birîndaran ji lingê xwe ve derbe xwariye û ew rakirine nexweşxaneyê.

Li herêmê alozî dewam dike.

(np)

ANHA