Li Kobanê û Cizîrê bêdengî û hişyarî serwer in

Li eniyên şer ên di navbera QSD û çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê de bêdengî û hişyarî serwer in. Gelê herêmê jî ji bo parastinê û piştgiriya koçberan di nava seferberyê de ye.

Li Kobanê û Cizîrê bêdengî û hişyarî serwer in
27 ÇILE, 2026   09:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh li derdora bajarê Kobanê çeteyên hikumeta demkî agirbest binpê kirin. Çeteyan gundewarê rojava û başûrê Kobanê bi dehan caran topbaran kir.

Li derdora başûrê bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê jî çeteyan agirbest binpê kir û 6 caran li pey hev êrişî gundê Safa kirin, di encamê de zirara madî gihîştiye mal û milkên sivîlan.

Li gorî nûçegihanên me, niha li van herêman bêdengiyek hişyar serwer e.

Duh, çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li gundê Xirab Işik yê rojhilatê Kobanê komkujiyek pêk anîn, di encamê de 5 sivîl  şehîd bûn û 5  jî birîndar bûn. Ji ber bombebarana berdewam a gund, gelek qurbanî di bin kavilan de asê mane.

Gel ji bo parastina gund, bajarok û bajaran ketiye nava serferberiyê. Komîteyên parastinê yên herêmî hatine avakirin, her wiha komîteyên ji bo rêxistina karûbarên sivîl û peydakirina pêdiviyên koçberan hatine avakirin.

Li gorî agahiyên berdest, nêzî 150 hezar kes  ji Efrîn, Reqa, Tebqa, Dêrazorê û deverên peravê û Eyn Îsayê koçberî herêmê bûne û di şert û mercên mirovî yên dijwar de dijîn.

Ji bo piştgiriya berxwedana Rojava, li Başûr û Bakurê Kurdistanê û gelek welatên Ewropa û Amerîkayê xwepêşandan û kampanyayên piştgiriyê, her wiha înîsiyatîfên berhevkirina alîkriyê û peydakirina alîkariyên mirovî têne lidarxistin.

(k)