Li Kobanê têkildarî jîngehê komxebatek hat lidarxistin

Desteya Jîngehê ya Kantona Firatê û Zanîngeha Kobanê li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido komxebatek li dar xist.

5 hezîran, 2024   17:45
KOBANÊ

Desteya Jîngehê ya Kantona Firatê û Zanîngeha Kobanê bi beşdariya dehan endamên sazî û dezgehên girêdayê Rêbeveberiya Xweser li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê komxebatek li dar xist. Bi sernavê ˊBi zaniest û zanînê ber bi jîngeheke xwezayî û pak veˊ hat organîzekirin.

Hevserokê Desteya Jîngehê Arif Balî axaftina destpêk kir û bixêrhatina beşdaran kir û ev bone  pîroz kir û got: "Ev cara yekemîn e ku li ser mijarê em komxebatekê li dar dixin. Komxebata me ji aliyê Zanîngeha Kobanê û Desteya Jîngehê ve hat lidarxistin. Me gelek kar û xebat di harêmê de dan meşandin."

Hevseroka Desteya Jîngehê Almas Romî got: "Em vê komxebatê li Rêber Abdullah Ocalan pîroz dikin. Ji ber Rêbertî her tim girîngiyê didin parastina jîngehê. Li kêlek wê jî ev komxebatê li şehîdan pîroz dikin ku jîngeh parastin."

Almas di dewama axaftina xwe de wiha got: "Em di pêvajoyeke hesas re derbas dibin, weke ku tê zanîn ev êrîşên ku têne kirin, destpêkê jîngeh tê qirkirin. Dewleta Tirk bi rêya êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwaze jîngehê wêran bike. Li kêlek wê jî hewl dide neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser têk be. Ji ber Rêveberiya Xweser girîngiyeke mezin dide jîngeh û azadiya jinê."

Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Muslim axivî û got: "Pirsgirêkên ekolojî ne tenê li herêmên me hene. Ji bo xweşikbûna bajarên xwe divê em parastina jîngehê bingeh bigirin. Divê her kes bi erk û berpirsiyarî li hember paqijbûn û parastina jînehê tev bigere."

Di dawiyê de beşdaran nîqaş kir. Beşdaran anî ziman ku divê jîngeh were parastin, çopê neavêjin nava jîngehê, bajarên xwe xweşik bikin.