Dagirkeran xeta kehrebê ya rojavayê Girê Spî topbaran kir

Dewleta Tirk a dagirker gundewarên rojavayê Girê Spî yên li eniya şer bi doçkeyan stûnên tansyona navîn ên kehrebeyê hedef girtin. Tîmên agirkujiyê bi zehmetî şewat vemirand.

Dagirkeran xeta kehrebê ya rojavayê Girê Spî topbaran kir
5 hezîran, 2024   17:59
EYN ÎSA

Li gorî dîmenên nûçegihanê me bi dest xistine tê diyarkirin ku agir bi stûneke tansyonê ya navîn a text ketiye. Li gorî nûçegihan, ji ber ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi doçkeyan zeviyên li gundê Huriye yê bajarokê Curn ê rojavayê Girê Spî topbaran kirin, agir bi stûna kehrebê ket. 

Destpêkê tîmên agirkujiyê nikarîn agir vemiranda, di encamê de agir belav bûn û bi zeviyan ket. Piştre tîmên agirkujiyê agir vemirand.

Dewleta Tirk a dagirker di van deman de bi awayekî plankirî zeviyên çandiniyê, binesaziyan weke stasyonên avê û kehrebê yên nêzî eniyên şer hedef digire.

(fr)

ANHA