Alî Baqirî Kenî bi Esed re civiya

Beşar Esed bi çavdêrê Wezareta Karên Derve ya Îranê Alî Baqirî Kenî re civiya. Duh jî Baqirî bi wezîrê Karên Derve yê hikumeta Şamê re civiyabû.

Alî Baqirî Kenî bi Esed re civiya
5 hezîran, 2024   17:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajanseke hikumeta Şamê ragihand ku Beşar Esed bi çavdêrê Wezareta Karên Derve ya Îranê Alî Baqirî Kenî re civiya. Di civînê de têkiliyên dualî û geşedanên şerê Hemas û Îsraîlê yê ji 7'ê Cotmeha borî ve, hatin nîqaşkirin.

Ajansê diyar kir ku Baqirî gotibû têkiliyên herdu welatan xurt in, ji ber ku ew  xwe dispêrin nirxên resen û berjewendiyên hevbeş û dilsoz.

Roja sêşemê jî wezîrê Karên Derve yê hikumeta Şamê Feysel Miqdad di civîneke çapemeniyê ya hevbeş de bi Baqirî re gotibû ku mercê sereke yê diyaloga Sûrî-Tirkî vekişîna Enqereyê ji herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê û rawestandina piştgiriya wê ji rêxistinên terorî re ye.

(mh)