Li Kobanê Şehîdên Meha Mijdarê hatin bi bîr anîn

Bi dehan ji malbatên şehîdan yên kantona Firatê, şehîdên Meha Mijdarê bi bîr anîn.

23 mijdar, 2025   16:10
KOBANÊ

Ji bo bîranîna Şehîdên Meha Mijdarê Ji aliyê Meclîsa Malbatên şehîdan ya Kantona Firatê û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li hola Çand û Hunera Baqî Xidoyê, bîranîna şehîdên hat li darxistin. Di bîranînê de bi dehan dayîk, bav, xwîşk, bira û zarokên şehîdan amade bûn. 

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin hat destpêkirin dûre endama Rêveberiya Yeketiya Jinên Ciwan a Kantona Firatê Viyan Mihemed axivî û soza şopandina riya şehîdan da û got: "Îro em bi saya şehîdna li virin, em bi şehîdên xwe mezin dibin, em zêde dibin. Em ê xwedî li wan şehîdên ku di nava bajrê Kobanê de şehîd bûn jî ku bi saya wan em niha li virin."

Dûra jî ji aliyê malbatên şehîdan ve mûn li pêşiya wêneyên şehîdan hatin pêxistin û silvizyon li ser jiyana şehîdan hate tameşe kirin.

Piştî wê dayîka du şehîdan ya bi navê Amara û Gerîla dayîka bi navê Îslim Cemîl axivî û got ku em ê li ser xeta şehîdên xwe bin, ji ber xeta şehîdan jî me ber bi serkeftinê ve dibe, em ê heta dawiyê weke malbat xwedî li mîraseya şehîdan derkevin.

Piştî wê wêneyên şehîdan li malbata wan hatin belavkirin, şehîd bi dirûşme û stranên şoreşgerî, hetin bi bîranîn.

(sş)

ANHA