Li Dirbêsiyê û Dêrazorê tundiya li dijî jinan hat gotûbêjkirin

Di panela ku li Dirbêsiyê û semînera li Dêrazorê hatin lidarxistin de, binpêkirinên herî berbiçav ên li dijî jinan hatin gotûbêjkirin.

23 mijdar, 2025   16:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya çalakiyên Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan de, Kongra Star li bajarê Derbesiyê panelek, bi beşdariya nûnerên rêxistinên civaka sivîl li dar xist.

Di panelê de 2 mijarên sereke hatin gotûbêjkirin: Ya yekem li ser şêweyên tundiya li dijî jinan, di nav de tundiya fîzîk, psîkolojîk û civakî.

Mijara duyem jî li ser rola jinan di Îslamê de û ka Îslam çawa cihekî girîng dide jinan û mafên wan diparêze, bû. Ev mijar ji aliyê yek ji rêveberên Meclisa Jinan a Kongra Îslama Demokratîk de, Zibêda El Hisên ve hate birêvebirin.

Di panelê de, di navbera beşdaran de gotûbêjin berferh çêbûn. Beşdaran bal kişand ser girîngiya têkoşîna li dijî tundiya li dijî jinan û xurtkirina rola wan di avakirina civakê de.

Di dawiya panelê de, ji rêveberên Kongra Star li bajêr Silava Simo, diyar kir ku rizgarbûna jinan ji desthilatdariyê bi pêşxistina jinan dest pê dike, û da zanîn kir ku jin ew in ku civakê birêve dibin, û berpirsiyariya wan e ku edaletê di nav malbatê de pêk bînin û li seranserê civakê belav bikin.

DÊRAZORÊ

Kombûna Jinan a Zenûbiya li kantona Dêrazorê jî li herêma El-Me'ameil a kantonê, der barê şêweyên tundiya li dijî jinan, semînerk li dar xist.  Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn tev li semînerê bûn.

Semîner bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, piştre ji rêveberên Kombûna Jinan a Zenûbiya, Xîtam El Salih, bixêrhatina beşdaran kir, û bal kişand ser girîngiya yekîtî û hişyariyê di ji çareserkirina pirsgirêkên ku jin di civakê de pê re rû bi rû dimînin.

Piştre, endama Kombûna Zenûbiya, Senaa Remedan, li ser cureyên tundiya li dijî jinan, wekî tundiya psîkolojîk, fîzîkî, aborî û civakî, axivî.

Senaa diyar kir dûrxistina jinên Sûriyeyê ji pêvajoya siyasî tenê dê krîza Sûriyeyê kûrtir bike .

(k)