PCCWS: Hikumeta veguhêz berpirsa êrişa Humsê ye

PCCWSˊê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê berpirsa êrişa li dijî xelkê taxa Muhacîrîn a Humsê dît û daxwaza destwerdana lezgîn ji civaka navneteweyî kir.

PCCWS: Hikumeta veguhêz berpirsa êrişa Humsê ye
23 mijdar, 2025   15:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Siyasî ya Navend û Rojavayê Sûriyeyê (PCCWS) êrişa li dijî taxa Muhacîrîn a bajarê Humsê ku di encamê de kesek hat kuştin û 11 kes jî birîndar bûn, şermezar kir.

Meclisê bi daxuyaniyek fermî "Desthilata defakto berpirsa êrişa li dijî xelkê taxê, koçberkirin û terorkirina wan e.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev pêkanîn binpêkirina zelal a qanûn û pransîbên navneteweyî ye û hat gotin ku "bûyerên bi vî rengî li perava Sûriyeyê û Siwêdayê jî pêk hatin".

Meclisê destnîşan kir ku "gelê Elewî beşeke resen ji civaka Sûriyeyê ye û bêyî piştraskirina ku berpirsiyariya wan di tu bûyerekê de nabe li dijî wan êriş pêk were. Ev pêkanîn gel bi hêrs dikin."

Meclisê hişyarî der barê egera veguherandina rewşê bo xwepêşandanên aştiyane li dijî desthilata heyî kir û bang li civaka navneteweyî û NYˊyê kir ku bi lez destwerdanê bikin, van sûcan rawestînin, sûcdaran ceza bikin û rê li ber dubarebûna wan di siberojê de bigirin.

(fr)