Li Kobanê şanoya "Berbanga Azadiyê" hat pêşandan

Bi dirûşma "Dema ku dike ronî dibe, xewn çêdibin û berbanga azadiyê hiltê", Koma Şehîd Yekta Herekol şanoyê ya bi navê "Berbanga Azadiyê" li ser dika Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê pêşkêş kir.

Li Kobanê şanoya "Berbanga Azadiyê" hat pêşandan
Li Kobanê şanoya "Berbanga Azadiyê" hat pêşandan
Li Kobanê şanoya "Berbanga Azadiyê" hat pêşandan
Li Kobanê şanoya "Berbanga Azadiyê" hat pêşandan
Li Kobanê şanoya "Berbanga Azadiyê" hat pêşandan
Li Kobanê şanoya "Berbanga Azadiyê" hat pêşandan
Li Kobanê şanoya "Berbanga Azadiyê" hat pêşandan
27 hezîran, 2026   21:32
KOBANÊ

Di çarçoveya çalakiyên çandî û hunerî de yên bi armanca xurtkirina rola şanoyê di belavkirina hişmendî û pêşxistina nirxên mirovî de Koma Şehîd Yekta Herekol şanoya "Berbanga Azadiyê" li ser dika Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê pêşan da. Şano bi diruşma "Dema ku dike ronî dibe, xewn çêdibin û berbanga azadiyê hiltê" hat pêşkêşkirin.

Bi rêya performansa şanogeriyê, şanoyê bal kişand ser nirxên azadî, berxwedan, hêvî, êşên gelan û daxwazên wan ên ber bi siberojê ve.

Di dawiyê de lîstikvanên şanoyê hatin xelatkirin. Şano bi tilîlî û stranên şoreşgerî bi dawî bû.

(fr)

ANHA