Li Kobanê şahiya salvegera 9ˊan a serketina Kobanê

Xelkê kantona Firatê bi boneya salvegera 10ˊan a ragihandina Rêveberiya Xweser û salvegera 9ˊan a serkeftina Kobanê şahiyek li dar xist.

27 ÇILE, 2024   15:52
KOBANÊ

Li Qada Şehîd Egîd a li Kobanê bi beşdariya endamên saziyên Rêveberiya Xweser, bi hezaran şênî, endamên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û Rêveberiya Xweser a kantona Firatê şahiyek hate lidarxistin.

Di şahiyê de hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a kantona Firatê Mihemed Şahîn li ser şerê Kobanê û rola wê di avakirina pêşeroja herêmê de axivî.

Şahîn wiha got: "Tevan xwest Kobanê bikeve, vîna xelkê wê hedef girtin û çeteyên DAIŞˊê ji bo qirkirina wan şandin. Lê vîna xelkê herêmê ji planên wan mezintir bû, heta serkeftinê têkoşiyan û ew çete têk birin."

Şahîn wiha domand: "Serkeftina Kobanê serkeftina tevahî gelên herêmêa Rojhilata Navîn bû û ragihandina rêveberiyê gava herî girîng a ber bi azadiyê ve bû. Ji lew re em ji her kesên hewl didin projeya me ya demokratîk têk bibin re dibêjin hûn nagihînin armanca xwe."

Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Farûq El Maşî axivî û wiha got: "Kobanê bajarê ku jê berxwedêr derketine, ji lew re em malbatên şehîdan û berxwedêran der barê fedakariyên keç û xortên wan dane de pîroz dikin."

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Ayşe Efendî axivî û wiha got: "Îro ji her ferdekî/ê tê xwestin ku li hember herêmê berpirsiyar be, da ku fedakariyên şehîdan badilhewa naçin. Di demekê de em berxwedana gel li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker silav dikin, em ragihandina Rêveberiya Xweser li gelê herêmê pîroz dikin."

Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Macîde Hesûn jî diyar kir ku îro ji bo tedvahî cîhanê rojeke pîroz e, ne ji berxwedana Kobanê bûya, îro cîhan ne di nava aştiyê de bû û berxwedana jinan li Kobanê raber kiriye îro bûye mîrasa tevahî jinên azadîxwaz.

Piştî axaftin bi dawî bûn koma Botan a Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê, hunermend Melîk El Teyim ê ji Reqayê, hunermend Aycan Kobanê hunerên xwe pêşkêş kirin.

(fr)

ANHA