Di hilbijartinên Bakur û Tirkiyeyê de cihên partiyan ên li ser pisûleyê diyar bûn

Cihên partiyên ku dê bikevin hilbijartinên herêmî yên li ser pisûleyên dengan diyar bûn.

Di hilbijartinên Bakur û Tirkiyeyê de cihên partiyan ên li ser pisûleyê diyar bûn
27 ÇILE, 2024   16:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Biryare li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 31’ê Adara 2024’an de hilbijartinê rêveberiyên herêmî (hilbijartina şaredarî, gund û taxan) bê lidarxistin.

Ji bo diyarkirina cihên partiyên siyasî yên li ser pisuleya dengan ku dê bikevin hilbijartinên herêmî yên di 31’ê Adarê roja yekşemê de bên kirin, li Lijneya Hilbijartina Bilind (YSK) pişk hatin avêtin.

36 partiyên ku bikarin tev li hilbijartinê bibin karîn tev li pişkavêtinê bibin. Li gorî vê AKP dê li ser pisûleya dengan di rêza 1’emîn, CHP 18’emîn, DEM Partî 9’emîn, MHP 31’yemîn Partiya ÎYÎ 2’yemîn û Partiya Seadetê jî dê di rêza 34’emîn de cih bigire.