Di bin dorpêçê de mitîng

Şêniyên kantona Firatê mîtîngek ji bo şermezarkirina êrişên li ser Kobanê li dar xist. Di mîtîngê de hate diyarkirin ku divê ew bi berxwedana xwe xeyal û planên dijmin têk bibin.

Di bin dorpêçê de mitîng
Di bin dorpêçê de mitîng
Di bin dorpêçê de mitîng
Di bin dorpêçê de mitîng
Di bin dorpêçê de mitîng
Di bin dorpêçê de mitîng
24 ÇILE, 2026   15:53
KOBANÊ

Şêniyên kantona Firatê mîtîngek li hember êrişên li ser Kobanê, li Qada Şehîd Egîd li dar xist.

Mîtîngê bi rêzgirtinê dest pê kir. Dûre fermandarê şervanên parêzvanên Girtîgeha Eqtana Cemîl Mazmûl axivî.

Cemîl Mazmûl diyar kir ku berxwedana ku li Girtîgeha Eqtana hate meşandin, berxwedaneke herî bi hêz bû û wiha got: "Dijmin her ji her alî ve êriş dike, tişta ku ji gelê me tê xwestin li pişta şervanên xwe be û bê dudilî berxwedanê bike. Ji ber ku îro dem dema hebûn û nebûnê ye. Lewra divê em berxwedanê xurttir bikin û hêza xwe xurttir bikin."

Mazlûm anî ziman ku wan ji Girtîgeha Eqtanê xwest berê xwe bidin Kobanê da ku li pişta gelê xwe bin û wan biparêzin û got: "Em tu carî dest ji gelê xwe bernadin, me berê xwe da bajarê Kobanê, ji ber ku em dizanin Kobanê ji her çar aliyan ve dorpêçkirî ye. Em di parastina rewa de ne, heta vê kêliyê me êriş nebiriye ser kesî, lê dijmin bi awayekî xedar êrişî me û gelê me dike.”

Cemîl Mazlûm ev bang kir: "Divê gelê me li pişta şervanên xwe be û hêza xwe ya berxwedan û têkoşînê xurttir bike, da ku em xeyal û planên dijmin têk bibin."

Mîtîng bi dirûşmên "Berxwedan jiyan e" û “Bijî berxwedana Kobanê" bi dawî bû.

(sş)

ANHA