Li Kobanê merasîma 4 cangoriyên azadiyê

Xelkên Kobanê bi merasîmeke biheybet 3 şehîd oxir kirin û şehîdek jî bi bîr anî.

Li Kobanê merasîma 4 cangoriyên azadiyê
Li Kobanê merasîma 4 cangoriyên azadiyê
Li Kobanê merasîma 4 cangoriyên azadiyê
Li Kobanê merasîma 4 cangoriyên azadiyê
Li Kobanê merasîma 4 cangoriyên azadiyê
Li Kobanê merasîma 4 cangoriyên azadiyê
Li Kobanê merasîma 4 cangoriyên azadiyê
Li Kobanê merasîma 4 cangoriyên azadiyê
Li Kobanê merasîma 4 cangoriyên azadiyê
Li Kobanê merasîma 4 cangoriyên azadiyê
Li Kobanê merasîma 4 cangoriyên azadiyê
Li Kobanê merasîma 4 cangoriyên azadiyê
Li Kobanê merasîma 4 cangoriyên azadiyê
Li Kobanê merasîma 4 cangoriyên azadiyê
Li Kobanê merasîma 4 cangoriyên azadiyê
Li Kobanê merasîma 4 cangoriyên azadiyê
Li Kobanê merasîma 4 cangoriyên azadiyê
Li Kobanê merasîma 4 cangoriyên azadiyê
Li Kobanê merasîma 4 cangoriyên azadiyê
25 gulan, 2026   19:32
KOBANÊ

Bi sedan xelkên bajarê Kobanê, edamên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, rêxistinên jinan şervanê Hêzên Komandos Axa Xizênê (Mihemed El Elî) ku di 18`ê Çileyê li Hesekê şehîd bû, şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê Wesîm (Xesan Diyab) ku di 18`ê Çileyê de li Reqayê şehîd bû û endamê TEV-DEMˊê Îsmaîl Mislim ku di 18`ê Çileyê li ser Rêya Ebyed (Spî) şehîd bû, bi merasîmeke biheybet Ii Pakrewangeha Şehîd Dicle Oxir kirin.

Her wiha endamê TEV-DEM`ê Memduh Şêx Elî ku di 20`ê Çileyê de li Kobanê şehîd bûbû, hat bibîranîn.

Merasîmê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Dûre endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê Emel Behadîn sersaxî ji malbata şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Emel Behadîn diyar kir ku ew ê şopdarên rêya şehîdên xwe bin, xewn û xeyalên şehîdên xwe pêk bînin û wiha got: "Şehîdan ji bo gel berxwedaneke bêhempa da meşandin. Divê her kes jî xwedî li mîrasa şehîdên xwe derkeve û şopdarên xeta azadiyê be. Em di her merasîmekê de soza xwe bi şehîdên xwe re nû dikin ku em ê xwîna wan li erdê nehêlin. Em wek gelê Kurd em hene û hêza me heye, bila tu kes mafên Kurdan nexwe û mafên wan binpê neke. Em ê her tim têkoşîna xwe xurtir bikin, ji ber ku hêza ji şehîdên xwe digirin."

Rêveberiyê Meclîsa Leşkerî ya bajarê Kobanê Mehmûd Dêmo sersaxî ji malbata her çar şehîdan re xwest û soz da ew ê xwedî li mîrasa şehîdan derkevin û wiha got: "Berxwedana me bi saya şehîdên me ye. Em Kurd in, em hene û em ê her tim hebin. Em soz didin em ê xewn û xeyalên şehîdên xwe pêk bînin. Em ê her tim têkoşîn bikin heta ku gelê me digihêje mafên xwe û xewnên şehîdên me pêk tên."

Dûre wesîqeyên şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Di dawiyê de cenazeyên şehîd Axa Xizênê, Wesîm û Îsmaîl Mislim bi dirûşmên "Şehîd namirin" hatin oxirkirin.

(sş/fr)

ANHA