Peyamek ji Girkê Legê: Yekitiya Kurdan garantiya hebûna me ye

Şêniyên Girkê Legê diyar kir ku qonaxa niha hewceyî xurtkirina yekitiya Kurdan e û dan zanîn ku yekitî bingeha parastina destkeftiyan û avakirina helwesteke siyasî û civakî ya yekgirtî ye.

Peyamek ji Girkê Legê: Yekitiya Kurdan garantiya hebûna me ye
26 gulan, 2026   03:20
QAMIŞLO
ROHAT XELEF

Yekbûna Kurdan di vê qonaxê de mijareke bingehîn e, ji ber rola wê ya girîng di xurtkirina hevgirtina di navbera aliyên cuda yên Kurd de û parastina destkeftiyên ku di salên dawîn de hatine bidestxistin. Şêniyên bajarê Girkê Legê der barê mijarê de ji ajansa me re axivîn. 

Ronîstr Mîrza got: "Yekbûn di vê qonaxê de ne tenê dirûşmeyek e, ew pêdiviyek bingehîn û girîng e ji bo parastina hebûna gelê Kurd û destkeftiyên wan."

Mîrza ev lê zêde kir: "Parçebûna helwestan doza Kurd qels dike. Ji ber vê yekê, divê hemû hêzên siyasî li dora armancek yekane bibin yek ji ber ku qonaxa niha pir hesas e û hewceyê astek bilind a hişmendî û berpirsiyariya hevbeş e."

Mîrza destnîşan kir ku tiştê ji partîyên siyasî û hêzên Kurdî tê xwestin ew e ku bi ciddî ji bo derbaskirina nakokiyên heyî bixebitin, berjewendîyên partîtî bidin aliyekî û ber bi avakirina yekitîyeke rastîn a ku xizmeta gelê Kurd dike ve biçin.

Mîrza destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de rojeke girîng dikeve ser milê civakê, ew dikare piştgirîya xwe ji bo yekitîyê nîşan bide û ji partîyên siyasî bixwaze ku nêzîkî hev bibin. Mîrza got ku dengê gel bandorek girîng heye û dikare bibe faktorek diyarker di xurtkirina lihevkirina di navbera hêzên Kurdî de.

Nisrîn Kindî destnîşan kir ku divê partî berjewendîyên xwe yên partîzanî û kesane bidin aliyekî û bi ciddî ji bo avakirina yekitîyeke rastîn a ku xizmeta gel dike bixebitin.

Nisrînê diyar kir ku gelê Kurd heq dike ku helwesteke siyasî ya yekgirtî hebe ji ber ku dabeşbûn tenê xizmetê ji bo qelskirina hewildanên ku têne kirin dike, û got ku ev qonax dikare bibe derfeteke dîrokî ji bo bidestxistina yekitîya Kurdan.

Kelsûma Merîka jî der barê mijarê de got: "Qonaxa heyî hewce dike ku Kurd yek bin, ji ber ku yekitîya Kurdî rêya herî girîng e ji bo parastina mafan û xurtkirina aramiyê."

Kelsûmayê destnîşan kir ku lihevkirina hêz û pêkhateyên cûda hêza îradeya gel nîşan dide û dibe alîkar ku bi hev re pirsgirêkan çareser bikin. Keslûmayê diyar ku xebata hevbeş, danîna berjewendiyên teng li aliyekî, dikare rê li ber siberojeke aramtir û hevgirtîtir veke.

(k)

ANHA