Li Kobanê gel ji bo mafê perwerdeya bi zimanê kurdî meşiya

Li dijî biryara Wezareta Perwerdeyê ku mafê xwendina bi zimanê kurdî sînordar dike, xwendekar, mamoste û şêniyên bajêrê Kobanê xwepêşandan li dar xist.

Li Kobanê gel ji bo mafê perwerdeya bi zimanê kurdî meşiya
Li Kobanê gel ji bo mafê perwerdeya bi zimanê kurdî meşiya
Li Kobanê gel ji bo mafê perwerdeya bi zimanê kurdî meşiya
Li Kobanê gel ji bo mafê perwerdeya bi zimanê kurdî meşiya
Li Kobanê gel ji bo mafê perwerdeya bi zimanê kurdî meşiya
Li Kobanê gel ji bo mafê perwerdeya bi zimanê kurdî meşiya
Li Kobanê gel ji bo mafê perwerdeya bi zimanê kurdî meşiya
Li Kobanê gel ji bo mafê perwerdeya bi zimanê kurdî meşiya
Li Kobanê gel ji bo mafê perwerdeya bi zimanê kurdî meşiya
2 îlon, 2026   14:25
KOBANÊ

Bi hezaran xwendekar, mamoste û şêniyên bajarê Kobanê li dijî biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ku mafê xwendina bi zimanê kurdî sînordar dike, xwepêşandek li dar xist.

Xwepêşandan bi dirûşma “Zimanê Me Hebûn û Nasname ye, Perwerdeya bi Zimanê Dayikê Mafê Rewa û Bingehîn e" hat lidarxistin.

Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim di xwepêşananê de axivî û got: “Em vê biyarê qebûl nakin. Divê ev biryar were guhartin, ji ber ku li herêmên kurdî bi hezaran kesan bi zimanê kurdî xwendiye.”

Şervan Mislim diyar kir ku biryara Wezareta Perwerdeyê ne li gorî zagonên akademîk û zanistî ye.

Meş bi sloganên ku daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî dikin, bi dawî bû.

(ekîb)

ANHA