Li Kobanê êrişên dagirkeran hatin şermezarkirin

Meclisa Tenduristî û Desteya Jinan ên Kantona Firatê êrişên li ser herêmê şermezar kirin.

Li Kobanê êrişên dagirkeran hatin şermezarkirin
Li Kobanê êrişên dagirkeran hatin şermezarkirin
12 kanûn, 2024   20:45
KOBANÊ

 Meclisa Tenduristî û Desteya Jinan ên Kantona Firatê têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyên cuda dan.

Hevseroka Meclisa Tenduristiyê ya Kantona Firatê Ezîze Îbrahîm li pêşiya Nexweşxaneya Kobanê, daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin ew êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmê şermezar dikin. Dagirker bi zanabûn ambulans û nexweşxaneyan hedef digire. Ev yek dikevin xana sûcên şer û binpêkirinan qanûnên mirovî.

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin di 12.10.2024ˋan de dema ambulanseke hewl dide birîndaran veguhêze nexweşxaneyê balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker ew bombebaran kir, di encamê de birîndarê tê de û ajokar şehîd bûn.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan û saziyên Neteweyên Yekbûyî hat kirin ku bi erkên xwe yên hiqûqî û exlaqî rabikin û van sûcan bi dawî bikin.

Girêdayî mijarê daxuyaniya Desteya Jinan jî ji hêla Awaz Mela Bozan ve li pêşa Qada Jina Azad hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin di demên dawîn de artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li dijî herêmê zêde kirine. Ji ber êrişan bi hezaran malbat ji koçber bûn û hin malbat ji hêla çeteyên dagirkeriyê ve rastî zilm û tundiyê û qirkirinê hatin.

Her wiha di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Minbicê de 3 endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya Qemer El Sod, Ayşe Ebdulqadir û Îman şehîd bûn.

Di dawiyê de bang li civata navneteweyî hat kirin ku bi lez destwerdanê bikin û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê bi dawî bikin û sivîlan ji sûcên şer biparêzin.

(sş/fr)

ANHA