Di şahiya Reqayê de endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûyera li kantona Reqayê pêk hatiye aşkera kir û hewldana derxistian fitneyê li kantonê şermezar kir. Hêzan aşkera kir ku di encama guleavêtinê ji hêla kesên tevlihevî derxistine de hin endam birîndar bûn.

Di şahiya Reqayê de endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
12 kanûn, 2024   20:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê şahiya Reqa û bûyera qewimiyê de daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Li gorî biryara Meclisa Gelan a Demokratîk, mîna bajarê din ala serxwebûnê li Reqayê hat hildan. Têkildarî wê mijarê karkerên Rêveberiya Xweser û xelkê Reqayê şahiyek li dar xist. Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo parastina şahiyê bi erkên xwe rabûn. Lê hin kesan hewl da vê şahiyê bi kar bînin gule bi awayekî bêserûber avêtin. Di encamê de hin endamên me birîndar bûn. Di dîmenên şahiyê de ev buyer aşkera dibe.

Em wekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn hewldanên derxistina fîtneyê şermezar dikin û bang li şêniyan dikin ku nekevin pey hewldanên têkbirina ewlehî û aramiya Reqayê. Her wiha em soza domandina erkên xwe yên parastina ewlehiya şêniyan û herêmê dubare dikin."

(mh/fr)