Li Kobanê bi hezaran kesî slavegera şoreşê pîroz kir

Li bajarê Kobanê bi beşdariya bi hezaran kesî 14 saliya Şoreşa Rojava bi coş hat pîrozkirin.

20 tîrmeh, 2026   00:07
KOBANÊ

Bi hezaran şêniyên bajarê Kobanê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî, şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û gaziyên şer, tevî şandeyekê ji herêma Cizîrê salvegera 14‘emîn a Şoreşa Rojava pîroz kir. Pîrozbahî li Stadyuma Şehîd Bawer Agir a  li bajarê Kobanê bi dirûşma "Bi rihê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê em ê xwedî li Şoreşa Rojava derkevin" hat birêxistinkirin.

Beşdaran alên şoreşê û posterên Rêber Abdullah Ocalan hildan. Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre gelek axaftin û peyamên girîng hatin pêşkêşkirin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a  li Kobanê Ferhan Hec Îsa di axaftina xwe de got, wê Kobanê rola xwe ya pêşeng û stratejîk biparêze û ji bo vê jî tê bikoşe.

Ji fermandarên YPJ’ê Dilbirîn Kobanê jî bal kişand ser salvegera şoreşê û wiha got: “Me bi têkoşîn û serhildanê karibû nasnameya xwe weke jin û weke gelê Kurd misoger bikin ku ev yek ji bajarê Kobanê destpêkir. Hebûna me weke gelê Kurd li Kobanê dest pê kir, ji ber vê yekê jî niha Kobanê di heman astê de rola xwe dilîze.”

Dilbirîn Kobanê pîrozbahî diyarî giyanê têkoşerên şoreşê kir û wiha berdavam kir: “Gelê me bi dehan û bi sedan zarokên xwe fedaî vê axê kirin. Bi taybetî gelê Kobanê dîrok bi xwîna zarokên xwe nivîsand. Ji bo vê jî bila tu alî propagandaya xwe li ser ked û xwîna vî gelî neke. Em li vir ruhê tevahî cangoriyên azadiyê zindî dikin, ji ber vê jî di vê şahiyê de em sozên xwe nû dikin. Lewma em vê şahiyê diyarî giyanê tevahî şehîdên ku canê xwe fedaî vê şoreşê kirine dikin.”

Piştre li gorî bernameyê, şahî bi pêşkêşkirina berhemên komên hunerî yên Kobanê; Koma Botan, Koma Şehîd Esmer û komên govendê dewam kir. Di heman demê de ji herêma Cizîrê hunermend Baran Dilbihar û ji derveyî Rojavayê Kurdistanê hunermend Berbang Hilat derketin ser dikê.

Şahî bi gerandina xelekên govendê, bi dirûşme û tilîliyên jinan bi dawî bû.

ANHA