Li Almanya û Swîsreyê Şoreşa 19‘ê Tîrmehê hat pîrozkirin

Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê li Berlînê bi meşekî û li kantona Zurih a Swîsreyê hat bi şahiyekê hat pîrozkirin. Di çalakiyê de banga yekitiya neteweyî hat kirin.

Li Almanya û Swîsreyê Şoreşa 19‘ê Tîrmehê hat pîrozkirin
20 tîrmeh, 2026   00:12
 NAVENDA NÛÇEYAN

Kurdistanî û dostên wan li paytexta Almanya Berlînê, bi wesîleya 14’emîn salvegera Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê meşiyan.

Meş bi pêşengiya Komuna Ciwanan a Berlînê, Yekitiya Xwendekaran a Berlînê, Ciwanên Demokraîtk a Berlînê û rêxistinên Jinên Demokratîk ên Berlînê, li Harmannplatzê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Piştî rêzgirtinê, ji aliyê Yekitiya Xwendekaran a Berlînê ve daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Şoreşa Rojava ku di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir, di 14 salên dawî de rastî êrişan hat, lê bi berxwedan, piştevanî û fedakariyan li ser lingan ma. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku pêşengiya jinan yek ji dînamîkên bingehîn ê şoreşê ye.

Di tevahiya meşê de, alên YPJ û YPG’ê hatin hilgirtin û dirûşmeyên "Şehîd Namirin", "Jin, Jiyan, Azadî", "Berxwedan Jiyan e" û "Bijî Berxwedana Rojava" hatin berzkirin.

Di dema meşê de li ser navê Komuna Ciwanan a Berlînê axaftinek hat kirin. Endamê komunê diyar kir ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Kobanê dest pê kir û li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bû û bi taybet di ji nû ve avakirina cihê jinana a di jiyana civakî de xala werçerxê ya dîrokî ye.

Di axaftinê de hate destnîşankirin ku bi awayekî wekhev cihgirtina jinan ji perwerdehiyê heta siyasetê, ji aboriyê heya jiyana civakî, di hemû qadan de, yek ji şertên bingehîn ên aştiyeke mayînde û demokratîk e û hate gotin ku parastina mafên ku jinan bi têkoşînê bi dest xistiye, berpirsiyariyeke hevpar e.

Meş li Oranienplatzê bi gerandina govendê bi dawî bû.

Li kantona Zurih a Swîsreyê jî, bi pêşengiya PYD’ê bi boneya salvegera Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê pîrozbahî hate lidarxistin. Gelek kes tevlî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de destkeftiyên Şoreşa Rojava û girîngiya neteweyî ya Kurdan derket pêş.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştre, li ser navê PYD’ê Alî Omer, li ser navê CDK-S’ê Alî Şîmşek, li ser navê Tevgera Xebatê Kurdistan ya Rojhilat Azad Xebat, li ser navê PJAK’ê Hekîm Hatukî, li ser navê Akademiya Jineoojiyê Necîbe Qeredaxî, nûnerê YNK’ê yê Swîsreyê Hecî Rizayar û hunermend Şengul Aslan axivîn.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê ne tenê geşedanekî bi Rojava re sînordar e, xala werçerxê yê dîrokî ye ku tevahî Kurdistanê û gelê Kurd eleqeder dike. Hate gotin ku pêvajoya şoreşê ya li Rojava destpê kir, îlhamê daye parçeyên din ên Kurdistanê jî û hate destnîşankirin ku parastin û pêşxistina destkeftiyên hatine bidestxistin berpirsyarekî neteweyî ya hevpar e.

Axaftvanan ji bo xurtkirina yekitiya neteweyî ya Kurd û tavile kombûna kongreya neteweyî, bang kirin. Êrişên li ser Rojava û Rojhilat ên di demên dawî de hatin şermezarkirin û îşaret bi girîngiya piştevaniya ji bo têkoşîna demokratîk a li Rojhilat hate kirin.

Çalakî piştî axaftinan, bi stranên komên muzîkê yên ji Rojava û Rojhilat dewam kir. Pîrozbahî piştî stranên hunermend Şengul Aslan, bi gerandina govendê û peyamên xwedîderketina destkeftiyên Şoreşa Rojava û mezinkirina piştevaniya neteweyî bi dawî bû.