Li Kobanê 3’yemîn Festîvala Wêje destpê kir

Festîvala Wêjeyê ya Kobanê ya 3`yemîn bi dirûşma "Ji bo wêjeya ku dê pêşerojeke geş birêse" dest pê kir.

23 kanûn, 2025   15:50
KOBANÊ

Festîvala Wêjeyê ya Kobanê ya 3`yemîn bi dirûşma "Ji bo wêjeya ku dê pêşerojeke geş birêse" li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê bi amadebûna bi dehan wêjevan, mamoste, xwendekarên Zanîngeha Kobaniyê û endamên saziyên Rêveberiya Xweser dest pê kir.

Weşanxaneya Ava bi serpereştiya Desteya Çandê ya Kantona Firatê, festîvalê bi navê nivîskar Zîlan Hemo li dar dixe. 

Festîval bi axaftina rêvebera Weşanxaneya Ava Ahîn El Omer hat vekirin.

Hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa jî diyar kir ku bi saya ked û berxwedana şervanan bajarê Kobanê li hember çeteyên DAIŞ`ê berxwedana dîrokî meşand û wiha got: “Ji wêjevan û nivîskarên me tê xwestin ku her kolaneke bajarê Kobanê bi dehan çîrok û roman jê bên derxistin. Divê wêjevan her tim çîrokên veşartî bi rêya romanên xwe ji cîhanê re derxin holê.”

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk a Kantona Firatê Hesen Mihemed Elî jî anî ziman ku Kobanê cihê berxwedanê ye û wiha got: "Kobanê bi berxwedana xwe mohra xwe li dîrokê xist. Divê her kes xwedî li Kobanê derkeve û bi rêya wêjeyê berxwedana Kobanê bibe sembolek.”

Dûre bi sernavê "Wêjeya berxwedanê, ji deşîfrasyonê heta sembolê" bi moderatoriya Fatme Baz û mêvan nivîskar Helîm Yûsif panelek li dar ket. Piştre Helîm Yûsif berhemên xwe îmze kirin.

Festîval dê heta 3 rojan dewam bike.

(sş)

ANHA