Artêşa Lubnanê: Di êrişa Îsraîlê de fermandarek hat kuştin

Artêşa Lubnanê ragihand ku di êrişa Îsraîlê de fermandarekî wê hatiye kuştin. Artêşa Îsraîlê jî îdia kir ku di êrişê de "3 terorîst hatine kuştin ku plan dikir êrişî Îsraîlê bikin”.

Artêşa Lubnanê: Di êrişa Îsraîlê de fermandarek hat kuştin
23 kanûn, 2025   15:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya artêşa Lubnanê bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrişa Îsraîlê ya li navçeya Seyda ya li başûrê Lubnanê ya li dijî erebeyekê de fermandarekî wê hatiye kuştin.

Fermandariyê der barê mijarê de ev agahî dan: "Serheng Ebdullah 22’yê Kanûna 2025’an li ser rêya Quneytîra-Mameriye-Seydayê di êrişa li dijî erebeya wî de mir."

Çavkaniyên îsraîlî jî îdia kir ku di operasyonekê de 3 kes hatine kuştin ku plana êrişan li dijî hêzên Îsraîlê dikir. Li gorî çavkaniyan, yek ji kuştiyan endamê saziya îstîxbaratê ya Lubnanê bû û yekî din jî personelê pergala parastina hewayî bû.

(b)