Xwendekarên ku vegeriyane Efrînê hîn jî ji perwerdeyê dûr in

Xwendekarên Efrînê yên bi malbatên xwe re di vê dawiyê de vegeriyane Efrînê de hîna ji xwendinê bê par in. Malbat dipirsin ku gelo nifşek ku çend sal e li dibistanên Rêveberiya Xweser perwerde dibe wê çawa bi perwerdeyeke din re were entegrekirin?

Xwendekarên ku vegeriyane Efrînê hîn jî ji perwerdeyê dûr in
27 nîsan, 2026   06:45
NAVENDA NÛÇEYAN
MIHEMED EBDO

Bi vegera 3 komên koçberên Efrînê re, paşeroja bi hezaran xwendekarên ku vedigerin dibe pirsgireka serek e. Ji ber cûdahiyeke mezin di navbera zanîn û fêrbûna ku wan di çend salan de li dibistanên Rêveberiya Xweser wergirtine û bernameyên xwendinê yên ku niha li deverên vegera wan têne pejirandin de heye, tê nîqaş kirin.

Mamosteyekî ku li bajarê Efrînê ye, nexwest navê xwe eşkere bike, destnîşan kir ku piraniya xwendekarên vegeriyayî hîn li dibistanên seretayî, amadeyî û navîn nehatine qeydkirin, ji ber nebûna planên zelal ji bo entegrekirina wan, di heman demê de hejmarek xwendekarên zanîngehê yên ku li zanîngehên wekî Rojava û Kobaniyê xwendine vegeriyane cihên xwe da ku xwendina xwe temam bikin.

Xwendekareke refa 11ˊan ku bi malbata xwe re vegeriya ye, dibêje ku ew ji ber cûdahiyên di bernameyên dersê û zimanên ferzkirî de nekariye qeyda dibistanê bibe û destnîşan kir ku ew zehmet dibîne ku dersan berdewam bike û ew nikare fêm bike ji ber vê yekê neçare ku halê hazir xwendina xwe rawestîne.

Li gorî bîlançoya berê ya Desteya Perwerdehiyê ya Rêveberiya Xweser, berî koçberiyê di sala 2018'an de, li bajarê Efrîn nêzîkî 318 dibistan hebûn ku nêzîkî 50 hezar xwendekarên jin û mêr tê de dixwendin û ji aliyê zêdetirî 3 hezar û 700 mamoste û karmendan ve dihatin çavdêrîkirin.

Çavkaniyên perwerdehiyê dibêjin ku aliyên ku bi dosyaya perwerde û entegrasyonê re têkildar in, çi di Rêveberiya Xweser de bin çi jî di dezgehên hikûmeta demkî de, li ser îhtîmala gotubêjkirina dosyayê di civînên pêşerojê de nîqaş dikin, bêyî ku heta niha mekanîzmayên pêkanînê yên zelal an jî bernameyek fermî derxin, ku ev yek pêşeroja vegera xwendekaran ji gelek îhtîmalan re vekirî dihêle.

Di navbera cudahîyên di biranşên xwendinê de û nebûna biryaran, pirsa herî girîng ji bo dê û bavên xwendekaran ev e: Nifşek ku perwerdehiya xwe ya ev çand salan dibîne çawa wê îro bi perwerdeyeke din ku cûda ye were entegrekirin.

(ac/fr)

ANHA