Li Karîbê bahoza Melissayê: 50 kes mirin

Bahoza Melissa ya li Karîb, Haîtî û Jamaîkayê bû sedema mirina 50 kesî û zirarên mezin.

Li Karîbê bahoza Melissayê: 50 kes mirin
31 cotmeh, 2025   12:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Karîb, li hemberî Bahoza Melissa ya ji destpêka hefteyê heya niha dewam dike, li ber xwe dide. Li Haîtî û Jamaîkayê jî herî kêm 50 kesî jiyana xwe ji dest daye û bi dehan kes jî winda ne. Xanî hilweşiyan, tax di bin avê de mane û kanalên ragihandinê qut bûne.

Li gorî Navenda Bahozê ya Neteweyî ya Amerîkayê (NHC) bandora bahozê ya li ser Atlantîka Bakur kêm dibe lê belê li Kuba, Haîtî, Jamaîka û Komara Domînikê rîska lehiyê zêde ye.

Hikumeta Jamaîkayê da zanîn ku herî kêm 19 welatiyên wê jiyana xwe ji dest daye û hate ragihandin ku binesaziya welêt zirareke mezin dîtiye.

Li Haîtiyê jî ji ber barana zêde 30 kesî jiyana xwe ji dest da û 20 kes jî winda bûne. Li Kubayê jî zêdetirî 735 hezar welatî hatine veguhastin û piraniya torên ragihandinê qut bûne.

Civaka navneteweyî alikariyeke zêde li herêmê dike.

DYA’yê ji Jamaîka, Bahama, Haîtî û Komara Domînîkê re ekîbên rizgarkirinê şandin.

Venezuelayê jî ji Kubayê re 26 hezar ton alîkariya mirovî şand.

Salvadorê ji Jamaîkayê re 300 xebatkarên rizgarkirinê û 50 ton alîkarî şandin.

Fransa û Brîtanyayê jî da zanîn ku ew ê alîkariya lezgîn û piştevaniya fînansî bide.

Li gorî pisporan faktora sereke ya bandora bahozê zêde dike, guherîna avhewayê ye. Pispor diyar dikin ku li gel germbûna okyanûsan bahozên mezin zêdetir radibin.