Di êrişên Rûsyayê de 4 kes hatin kuştin

Hate ragihandin ku hêzên Rûsyayê bi 650 dronan û zêdetirî 50 mûşekan êrişî navendên enerjiyê yên Ukraynayê kiriye. Di encamê de yek jê zarok, 4 kes hatin kuştin.

Di êrişên Rûsyayê de 4 kes hatin kuştin
31 cotmeh, 2025   11:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên ji Ukraynayê, şeva borî di êrişên Rûsyayê yên li ser navendên enerjiyê de yek jê zarok, 4 kes hatin kuştin.

 Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky êriş şermezar kir û got: "Dijmin li 10 herêman welat bi derdora 650 dronan û 50 mûşekan êrişî tesîsên enerjiyê û malan kir."

Zelensky da zanîn ku li bajarê Zaporizhzhia yê li başûrê rojhilatê Ukraynayê 2 kes di encama bombebarankirina avahiyên niştecihbûnê de hatine kuştin.

Rêveberiya herêma Vinnytsia jî ragihand ku zarokeke keçîn (7) ku birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da û 4 kesên din birîndar bûne.

Hate ragihandin ku vê sibehê jî li herêma Xersonê kesek ji ber êrişên Rûsyayê hatiye kuştin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê piştrast kir ku wê êrişên mezin li dijî navendên pîşesaziya leşkerî, qadên enerjiyê û balafirgehên leşkerî pêk anîne û ragihand ku wê gundê Sadovye yê Kharkivê û gundê Krasnohersk ê Zaporizhzhiayê yên li bakurê rojhilat û başûrê Ukraynayê kontrol kirine.

Şîrketa taybet a enerjiyê Detek ragihand ku li çend herêman zirar li santralên termîk ên elektrîkê bûye.

Zelensky got divê cezayên li ser Moskovê werin girankirin û ji DYA, Ewropa û welatên G7’an xwest ku "niyeta Moskovê ya ji bo wêrankirina her tiştî paşguh nekin."

Li gorî serokê rêveberiya herêma Zaporizhzhyayê Ivan Fedorov, 17 kes birîndar bûne. Li herêma Vinnytsia 4 kes û li Kîevê jî kesek birîndar bûn.

(bb)