Îsraîlê bi obîsan li Quneytîrayê da

Artêşa Îsraîlê bi guleyên obîsan gundewarên Quneytîrayê topbaran kirin.

Îsraîlê bi obîsan li Quneytîrayê da
31 cotmeh, 2025   13:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê li gundewarên Quneytîrayê bi obîsan daristanên Til Ehmerê topbaran kirin.

Hate zanîn ku hêzên Îsraîlê ji baregeha Til Ehmerê ya nêzî bajarokê Kodneyê gelek daristan topbaran kirin.

Der barê encamên topbaranê de agahî nehatin bidestxitin.

23’yê Cotmehê jî 3 guleyên obîsan li derdora bajarokê Koya yê li rojavayê Derayê ketibûn. Jêdera obîsan baregeha El Cezîra ya hêzên Îsraîlê ya li Quneytîrayê bû.

(bb)