Li kantona Firatê heta niha 115 hezar îmze hatin komkirin

Li kantona Firatê di kampanyaya komkirina îmzeyan a ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de, heta niha 115 îmze hatine komkirin. Kampanya dê heta 4’ê Nîsanê dewam bike.

Li kantona Firatê heta niha 115 hezar îmze hatin komkirin
Li kantona Firatê heta niha 115 hezar îmze hatin komkirin
Li kantona Firatê heta niha 115 hezar îmze hatin komkirin
Li kantona Firatê heta niha 115 hezar îmze hatin komkirin
Li kantona Firatê heta niha 115 hezar îmze hatin komkirin
19 adar, 2024   03:08
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan 9’ê Sibatê kampanyaya komkirina îmzeyan dabû destpêkirin. 

Li kantona Firatê komkirina îmzeyan 15’ê Sibatê dest pê kir û dê heta 4’ê Nîsanê dewam bike. Di kampanyayê de hate niha 115 hezar îmze hatine komkirin.

 ÎMZEYAN DÊ BIŞÎNIN KONSEYA YEKITIYA EWROPAYÊ

Endamê Komîteya Kampanyaya Komkirina Îmzeyan a Kantona Firatê Komkirina Îmzeyan Ehmed Xoce têkildarî kampanyayê axivî. Ehmed Xoce bi bîr xist ku beriya vê kampanyayê jî ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan gelek pêngav hatibûn lidarxistin û got îmzeyên di vê kampanyayê de werin komkirin dê ji Konseya Yekitiya Ewropayê re werin şandin.

Ehmed Xoce bal kişand ser tecrîda mutleq a li dijî Rêber Abdullah Ocalan û wiha domand: "25 sal e Rêber Apo di girtîgeha girava Îmraliyê de hatiye ragirtin û tecrîdeke giran li ser tê meşandin. 3 sal e tu agahî jê nayên girtin, dewleta Tirk rê nade malbat û parêzeran wî bibînin. Ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertî me pêwîstî dît ku dest bi vê kampanyayê bikin.”

‘EM Ê JI BO AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO LI SER PÊYAN BIN’

Xoce got komkirina îmzeyan li kantona Firatê 15’ê Sibatê dest pê kiribû û wiha domand: "Ji wê rojê ve ji aliyê, sazî, meclis, komîn û gel ve îmze tên komkirin. Em ji rewşa tenduristî ya Rêber Apo bi guman in. Divê tavilê rewşa Rêber Apo ji gel re bê diyarkirin. Divê êdî tevahî gel rabin ser pêyan. Kampanyaya me ya komkirina îmzeyan jî li ser vî esasî ye. Bi hezaran kes jî ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo îmzeyên xwe didin û yên ku nizanin îmzeyan bidin jî mohrên xwe lê didin. Em ê navçe bi navçe, bajarok bi bajarok,  gund bi gund, mal bi mal û tax bi tax ji bo komkirina îmzeyan li ser pêyan bin ta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.”

115 ÎMZE HATINE KOMKIRIN

Ehmed Xoce diyar kir ku li ser asta kantona Firatê di mehekê de bi qasî 115 îmze hatin komkirin û got: "Kampanya dê heta 4’ê Nîsanê dewam bike. Em ê li ser pêyan bin heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin."

(bb)

ANHA