Li kantona Cizîrê 6 roj betlane hat ragihandin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê bi boneya Newrozê, cejna Remezanê û salvegera şoreşa Sûriyeyê, 6 roj betlane ragihand.

Li kantona Cizîrê 6 roj betlane hat ragihandin
14 adar, 2026   11:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê giştînameyek bi zimanên kurdî, erebî û suryanî weşand. Di giştînameyê de bi boneya Newrozê, cejna Remezan û salvegera şoreşa Sûriyeyê, 6 roj betlane hat ragihandin. 

Hate diyarkirin ku beltane ji roja çarşemê (18 Adar) dest pê dike û roja duşemê (23 Adar) bi dawî dibe. Her wiha hate destnîşankirin ku saziyên pêdiviya wan bi berdewamiya kar heye, di giştînameyê de cih nagirin.

Her wiha rêveberiyê ev bone li şêniyan pîroz kirin.

(bb)