Li ser sînorê Lubnanê tevgera hêzên hikumeta demkî

Hikumeta demkî ya Sûriyeyê dest bi rakirina mayinên li ser sînorê Lubnanê kiriye. Hizbullah wek bersiv li hemberî her tevgereke leşkerî ya muhtemel hêza xwe li Bîqaayê zêde dike.

Li ser sînorê Lubnanê tevgera hêzên hikumeta demkî
14 adar, 2026   11:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Kanala 12 a Îsraîlê ragihand ku hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê di 2 rojên borî de dest bi rakirina mayinan li ser sînorê Lubnanê (herêma Wadî Xalid û Bîqaa a rojhilat) kiriye.

Heman kanalê agahî da ku "Ev tevger, di çaroveya amadekariyên derbasbûneke muhtemel a yekîneyên Sûriyeyê di nava Lubnanê de tê kirin da ku Hizbullahê mijûl bike û eniyekê li ser sînor veke."

Kanalê îşaret pê kir ku Hizbullahê jî li dijî her tevgereke muhtemel, hêza xwe li Bîqaayê ya li rojhilatê welat zêde kiriye.

(bb)