Komîteya Lêkolînan: Qonaxa veguhêz a li Sûriyeyê rastî astengiyan tê

Komîteya Lêkolînan a Navneteweyî diyar kir ku ji ber binpêkirinên domdar “Qonaxa veguhêz a li Sûriyeyê rastî astengiyan tê”. Komîteyê kiryarên kuştin, îşkencekirin, windakirina bi darê zorê û êrişên li dijî nasnameyan belge kirin û banga sererastkirina qadên ewlehî û dadmendiyê kir.

Komîteya Lêkolînan: Qonaxa veguhêz a li Sûriyeyê rastî astengiyan tê
14 adar, 2026   11:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Lêkolînan a Serbixwe ya Navneteweyî ya têkildarî Sûriyeyê duh (În, 13 Adar 2026) rapora xwe weşand. Komîteyê diyar kir ku ji ber binpêkirinên domdar qonaxa veguhêz a nazik li Sûriyeyê rastî astengiyan tê. Komîteyê banga pêkanîna edaletê û sererastkirineke giştî û piştevaniya navneteweyî kir.

Di raporê de hatiye diyarkirin ku li Hums, Hema, Laziqiye û Tertûsê binpêkirinên xeternak hatine kirin û xwest qadên ewlehî û dadmendiyê werin sererastkirin, çek werin danîn û entegrasyon ji nû ve were kirin.

Li gorî raporê, kuştinên derveyî çarçoveyê dadmendiyê, îşkencekirin, rewşên windakirina bi darê zorê, binpêkirinên mafên niştecihbûnê û erdan, bi taybetî li dijî civakên ku wekî piştevanên hikumetên lê tê meyzekirin, hatine kirin.

Di raporê de hate gotin: "Di Adara 2025'an de hêzên hikumetê û çekdarên girêdayî wê zêdetirî hezar û 400 kes qetil kirin ku piraniya wan sivîlên Elewî yên li Laziqiye, Tertûs, Hums û Hemayê ne. Hikumet tu gavên têrket ên hesabpirsîna ji berpirsên van binpêkirinan neavêtine. Di Tîrmeha 2025'an de piranî sivîlên Durzî û bedû jî zêdetirî hezar û 500 kes li Siwêdayê ji aliyê hêzên hikumetê û komên çekdar ên girêdayî wê ve hatin kuştin.”

Di raporê de hatiye destnîşankirin ku êrişên li ser esasê olî, an etnîk an jî temen an zayend hatine kirin û da zanîn ku ev binpêkirinên digihêjin asta sûcên şer an sûcên dermirovî.

Komîteyê di raporê de cih da binpêkirinên ku destpêka îsal ji aliyê komên hikumeta demkî ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine kirin û diyar kir ku kuştin, girtina bi zorê, tundiya zayendî û binpêkirinên mafên niştecihbûnê û erdan hatine kirin.

Di raporê de hatiye diyarkirin ku wan gelek rapor li ser revandina jin û keçan ji aliyê çekdarên nenas ve wergirtine û li dijî hin ji wan tundiya zayendî an zewaca bi zorê hatine pêkanîn.

Hate gotin “di gelek rewşan de te, tevî ku desthilata xwecih hatin agahdarîkirin, lê malbatan diyar kir ku desthilatê tu gav neavêjin û binpêkirin neşopandin.”

Komîteyê bal kişand ser operasyonên leşkerî yên Îsraîlê di axa Sûriyeyê de ku bûn sedema zirarên mezin li sivîlan û koçberiya bi komî, êrişên wê yên hewayî û serdegirtinên li Quneytîrayê û veguhastina girtiyan bo Îsraîlê.

Komîsera NY'yê Mîna Emar bang li hikumeta demkî kir ku bi awayekî avaker bi sîstema mafên mirovan a navneteweyî re têkilî dayne.

Serokê komîsyonê Paulo Sergio Pinheiro jî got: “Divê civaka navneteweyî bê deng nemîne. Sûriye tenê bi piştgiriya domdar dikare veguherîna xwe ber bi hawîrdorek siyasî ve temam bike ku mafên mirovan ji bo her kesî garantî dike.”

(bb)