Hêzên Parêzvanên Niştîmanî 2 dron xistin

Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî diyar kir ku yekîneyek wan a li bajarokê Mecdel bi cih bûye 2 dron dijber xistine.

Hêzên Parêzvanên Niştîmanî 2 dron xistin
6 ÇILE, 2026   20:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî bi daxuyaniyekê diyar kir ku yekîneyek ji hêzên wan ku li bajarokê Mecdel ê Siwêdayê bi cih bûye vê êvarê 2 dronên dijber xistin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku drona yekem saet 16.00ˊan û ya duyemîn 17.40 hatin xistin. Ev her du êriş binpêkirina aşkera ya hêzên hikumeta demkî ne.

Fermandariyê di daxuyaniyê de anî ziman ku di heman wextê de eniya rojavayê bajarê Siwêdayê bi guleyekê hawanê hat topbarankirin.

(ac)

ANHA