Şêniyên Holê: Em ê rêya berxwedanê bidomînin û civakeke demokratîk ava bikin

Şêniyên bajarê Holê got xuyabûna Rêber Abdullah Ocalan di tomareke vîdeoyekê de “serkeftineke ji bo têkoşîna bi dehan salan e". Şêniyan diyar kir ku ew ên heta pêkanîna azadiya hemû gelan û avakirina civakeke dadperwer û demokratîk, li ser rêya berxwedanê bin.

Şêniyên Holê: Em ê rêya berxwedanê bidomînin û civakeke demokratîk ava bikin
16 tîrmeh, 2025   02:35
HESEKÊ
ELÎ EL SULTAN

Rêber Abdullah Ocalan, cara yekem piştî 26 salan bi rêya tomareke vîdeoyê peyamek da. Ev peyam di çarçoveya Banga Aştî û Civaka Demokratîk ku wî di 27’ê Sibata îsal de dest pê kir, hat dayîn.

Banga Rêber Abdullah Ocalan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi berfirehî deng veda. Endamên saziyên Rêveberiya Xweser ên bajarê Holê, ji ber xuyabûna Rêber Abdullah Ocalan, gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn pîroz kirin.

Hevserokê Meclîsa Bajarê Holê, Şahîn El Heran der barê mijarê de got: “Em gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn ji ber vê xuyabûna dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan pîroz dikin ku bi rêya wê qonaxeke nû ya aştiyê da destpêkirin, ev bangeke dîrokî ye ji bo siberoja hemû gel û pêkhateyên herêmê.”

El Heran wiha pê de çû: "Ev xuyabûn serkeftina herî mezin e ji bo rêber û berxwedêrên çiyayên azadiyê û encama têkoşîneke dirêj a bi dehan salan e.”

El Heran soza berdewamkirina rêya têkoşînê heta pêkanîna azadiyê û serkeftinê da.

Endama Komîteya Kar û Barên Civakî ya Meclîsa Holê Xewla Salih, hestên xwe yên kêfxweşî û serbilindiyê bi dîtina vîdeoya Rêber Abdullah Ocalan anî ziman û tekez kir ku peyama wî bangek e ji bo çareseriyeke berfireh a nakokî û şeran û parastina rûmet û mafên hemû pêkhateyan.

Xewlayê her wiha got: "Ew peyam ne tenê xuyangeke medyayî ye, lê serkeftineke mezin e ji bo têkoşîneke ku berî dehan salan dest pê kiriye, em ê di vê rêyê de berdewam bikin heya ku azadî û rûmetê ji bo hemû gelan pêk bînin.”

Endamê Navenda Çandê ya bajarê Holê Fadî Ewad behsa kêfxweşiya şêniyan kir dema ku dîmena Rêber Abdullah Ocalan dîtin. Ewad tekez kir ku qonaxa nû ya ku ji hêla Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye ragihandin, qonaxa aştî û civaka demokratîk e.

Ewad her wiha got: "Peyama ku ji hêla Rêber Abdullah Ocalan ve hat dayîn, kûrahiya nêrîna wî ya siyasî û civakî nîşan dide û ew bangek e ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn ku ji pevçûnan dûr bikevin û rûpeleke nû ya biratî û lihevhatinê vekin.”

(k)

ANHA