Li kampa Holê 25 DAIŞˊî hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di serdegirtina veşartgehên şaneyên DAIŞˊê li kampa Holê de 25 DAIŞˊî girtin.

Li kampa Holê 25 DAIŞˊî hatin girtin
24 nîsan, 2024   23:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û aşkera kir ku 25 çeteyên DAIŞˊê li kampê Holê girtin.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Duh saet 1:00ˊê şevê, Dezgeha Ewlekariya Giştî bi beşdarbûna Hêzên Operasyonan, bi ser veşartgehên şaneyên çeteyên DAIŞˊê yên li kampa Holê de girt.

Her wiha di wê serdegirtinê de 25 çete hatin girtin, di nav wan de jî jinek heye. Ev çete, ji 5 şaneyên herî metirsîdar ên di nava kampê de têne dîtin. Çeteyên şaneyê çavdêriya dewriyeyên ewlehiyê dikirin, jin û mêr îşkence dikirin û dikuştin, her wiha îdolojiya tundraw di nava niştecihên kampê de belav dikir. Van şaneyan jî amadekarî û plan dikirin ku di navbera xwe de êrişên hevbeş pêk bînin; da ku nuqteyên leşkerî û ewlehiyê bikin armanc.

Hêzên me di kontrolê de komek çek, cebilxane, teqemenî û alavên bêtêl desteser kirin:

Kilaşînkov: 1

Cercûrên kilaşînkovê: 5

Kêr: 2

Cîhazên teqandinê: 7

6 teqemeniyên leziqandinê

Cîhaza frêkansa bêtêl

Cîhazên şandina nîşaneyên ji dûr ve: 3

Betariyên 9V: 9

Kamereyek

Kabloya teqîna bilez a ku ji bo rextên teqemeniyê tê bikaranîn: 2

Teqemeniyek ku hîn nehatiye amadekirin: 1

Telefona destan ku bi frêkansa teqînê ve hatiye girêdan.

Hêzên me di cih de bi çeteyên şaneyan re dest bi lêpirsînên berfireh kir û piştî xebatên qanûnî bi dawî bibin dê ji aliyên têkildar re werin şandin."