Li Îsraîlê kesek hat kuştin û 5 birîndar bûn

Xizmeta Ambulansê ya Îsraîlê ragihand ku îro di gulebaranê de li navenda Îsraîlê nêzîkî Şerîaya Rojava kesek hat kuştin û 5 kesên din jî birîndar bûn.

7 hezîran, 2026   14:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Xizmeta Ambulansê ya Îsraîlê ragihand ku îro di gulebaranê de li navenda Îsraîlê nêzîkî Şerîaya Rojava kesek hat kuştin û 5 kesên din jî birîndar bûn.

Polîsên Îsraîlê ragihand ku kesê gule barandiye "hatiye bêbandorkirin", bêyî ku hûrguliyên din bide.

Hemasê got ku wê êriş "pîroz dike", lê berpirsiyariya êrişê negirt ser xwe.

(k)