Li Siwêdayê malbatên dîlgirtiyan aqûbeta zarokên xwe pirsîn

Li bajarê Siwêdayê malbatên dîlgirityan bi daxwaza ku aqûbeta zarokên xwe nas bikin û dosyaya wan were çareserkirin xwepêşandanek li dar xist.

Li Siwêdayê malbatên dîlgirtiyan aqûbeta zarokên xwe pirsîn
7 hezîran, 2026   14:50
SIWÊDA

Li bajarê Siwêdayê malbatên dîlgirtiyan bi daxwaza ku aqûbeta zarokên xwe nas bikin û dosyaya wan were çareserkirin xwepêşandanek li dar xist. Xwepêşandan li pêşiya avahiya El Seraye bi beşdariya bi dehan malbatên dîlgirtiyan pêk hat.

Di xwepêşandanê de pankart rakiribûn û daxwaza edaletê dikirin. Her wiha xwestin ku êrişên li ser wan bisekine, aqûbeta girtî û dîlan zelal bibe û dosyayên wan qanûnî were çareserkirin.

Dawiya hefteya borî 3 dîlên ku diviyabûn serbest berdabane hatin revandin.

Malbatên kesên hatine revandin û yên dîlgirtiyan duh nêzî gundê Um El Zeytûn rêya navbera Şam û Siwêdayê girtin.

Xwepêşandêran anîn ziman ku eger daxwazên wan bi cih neyên dê  sibe rêya navbera Şamê û Siwêda bigirin.

(np)

ANHA