Li Îsraîlê êriş: 16 kes birîndar bûn

Ji Yemenê moşekek ber bi Îsraîlê re ve hate avêtin. Di encamê de 16 kes birîndar bûn.

Li Îsraîlê êriş: 16 kes birîndar bûn
21 kanûn, 2024   12:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji Yemenê moşekek hatiye avêtin û li Til Evîvê ketiye.

Berdevkê artêşê Avichay Adraee li ser hesabê xwe yê X’ê got: "Piştî ku moşek hate avêtin, li naverasta Îsraîlê alarma hişyariyê hate dayin. Tevî hewldanên pêşîgirtinê jî lê moşek ket."

Xizmetên Alîkariya Lezgîn ya Îsraîlê diyar kir ku di êrişê de 16 kes birîndar bûne.

Di daxuyaniya Xizmetên Alîkariya Lezgîn de hate gotin: "16 kesên bi camên pencereyên avahiyên nêzî ketina moşekê birîndar bûbûn, me derman kirin."

Dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê bi bîr xist ku moşek li Benî Birak a rojhilatê Til Evîv ketiye.

(şx/k)