Ji bo cenazeyên rojnamevanan serlêdan

Malbatên rojnamevanên hatin qetilkirin Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn, ji bo cenazeyên wan bînin bajarê wan serî li ÎHD û OHD'ê dan.

Ji bo cenazeyên rojnamevanan serlêdan
21 kanûn, 2024   12:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo cenazeyên rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê dewleta Tirk ya dagirker ve hatin qetilkirin bînin bajarê wan serlêdan hatin kirin.

Malbatan serî li şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a  bajarê Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê  dan.

Hat hînkirin ku dê ÎHD û OHD têkildarî serlêdanê hevdîtinên bi dozgeriyan re bikin.

Çevkanî: Ajansa  Mezopotamya