Li Îslamabadê êrişa xwekujî: 12 kes hatin kuştin

Li paytexta Pakîstan, Îslamabada li pêşiya dadgehekê êrişeke xwekujî pêk hat û di encama êrişê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan û 27 kes jî birîndar bûne.

Li Îslamabadê êrişa xwekujî: 12 kes hatin kuştin
11 mijdar, 2025   15:31
NAVENDA NÛÇEYAN 

Êriş, li gorî saeta xwecihî di 12.39’an de li herêma Kaşehriyê li qada ofîseke aîdî hikûmetê pêk hat. Wezîrê Karên Hundirîn Mohsin Naqvi li cihê bûyerê daxuyaniyek da û piştrast kir ku êriş çalakiyeke xwekuştinê ye. Li gorî rayedaran herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest dane û 27 kes jî birîndar bûne.

Piştî teqînê herêm, bi temamî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate dorpêçkirin. Îslamabad, li gorî bajarên din ên welêt weke bajarê ewletir dihat qebûlkirin; li bajêr herî dawiyê di Kanûna 2022’yan de êrişek pêk hatibû.

Pakistan, di serdemên dawîn de bi taybetî jî li ser xeta sînor a Efganistanê li gel zêdebûna êrişan bi gefa ewlehiyê re rû bi rû ye. Wezîrê Karên Hundirîn Mohsin Naqvi da zanîn ku êriş piştî êrişa li herêma Heyber Pahtunva ya li ser sînorê Efganistanê pêk hatiye ku di encama êrişê de sê kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Wezîr da zanîn ku kesê ku êriş pêk aniye welatiyê Efganistanê ye û got ku bi awayekî rasterast rola Efganistanê di van êroşan de heye.

Hefteya borî di navbera Pakistan û Efganista ku di bin rêveberiya Talîbanê de li serxeta sînor şer û pevçûnên dijwar rû dabûn, li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) 70 kesî ku piraniya wan sivîl in, jiyana xwe ji dest dane. Agirbestê di navbera her du welatan de jî hê lawaz e û di encama hevdîtinan de tu pêşketin nayê bidestxistin.

Her wiha tê ragihandin ku rageşiya li gel Hindistana cînarê din ê Pakistanê yê li ser sînor jî zêde ye. Hate ragihandin ku di encama teqîneke roja Duşemê ya li bajarê Delhiya Nû yê Hindistanê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi bûyer weke ‘’encama komployê’’ pênase kir û sedema teqînê hê bi awayekî fermî nehatiye eşkerekirin.

Li Pakistanê lêpirsîna têkildarî teqînê berdewam dike. Rayedaran dan zanîn ku ew ê tedbîrên ewlehiyê zêde bikin.