Li ser sînorê Sûriye û Lubnanê aloziya leşkerî

Li ser sînorê Sûriye û Lubnanê alozî zêde dibe. Artêşa Lubnanê û hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê çeperên xwe asê dikin.

Li ser sînorê Sûriye û Lubnanê aloziya leşkerî
11 mijdar, 2025   15:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Herêma Ras El Maara ya li gundewarê Şamê a ser sînorê Sûriyeyê û Lubnanê, alozî zêde dibe. Artêşa Lubnanê û hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê çeperên xwe asê dikin.

Dema ku hêzên hikûmeta veguhêz nehiştin wesayîtên artêşa Lubnanê bikevin herêma Wadî El Selacat li derdora bajarokê Flîta  alozî derket. Piştî vê yekê, hêzên hikûmeta veguhêz ya Sûriyeyê ber bi baregeheke leşkerî ya li nêzîkî bajarokê Arsal ê Lubnanê ve çûn ku di bin kontrola artêşa Lubnanê de ye.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) herêm berê di bin kontrola hêzên hikumeta Sûriyeyê de bû û artêşa Lubnanê paşê li wir baregeheke leşkerî ava kir.

(k)