Jinan nenavendîbûnê nîqaş kir 

Nivîsgeha Jinan a MSD’ê civîneke diyalogê bi dirûşma "Ji nenavendîbûnê ber bi destûreke neteweyî ya berfireh ve” li dar xist.

Jinan nenavendîbûnê nîqaş kir 
Jinan nenavendîbûnê nîqaş kir 
Jinan nenavendîbûnê nîqaş kir 
Jinan nenavendîbûnê nîqaş kir 
Jinan nenavendîbûnê nîqaş kir 
Jinan nenavendîbûnê nîqaş kir 
Jinan nenavendîbûnê nîqaş kir 
Jinan nenavendîbûnê nîqaş kir 
Jinan nenavendîbûnê nîqaş kir 
Jinan nenavendîbûnê nîqaş kir 
Jinan nenavendîbûnê nîqaş kir 
Jinan nenavendîbûnê nîqaş kir 
Jinan nenavendîbûnê nîqaş kir 
Jinan nenavendîbûnê nîqaş kir 
Jinan nenavendîbûnê nîqaş kir 
11 mijdar, 2025   15:26
HESEKÊ

Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li Hola Marbella ya bajarê Hesekê, rûnişteke diyalogê li dar xist. Civîn bi dirûşma "Ji nenavendîbûnê ber bi destûreke neteweyî ya berfireh ve” hat lidarxistin. Di rûniştina diyalogê de rêxistinên jinan, partiyên siyasî û civakî her wiha kesayetên serbixwe beşdar bûn.

Rûniştinê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre rêvebera Ofîsa Jinan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk Reşa El Nezal, axaftina vekirinê kir û bi xêrhatina mêvanan kir.

Rûniştina diyalogê du mijarên sereke di nav xwe de digirt: Mijara yekem nenavendîkirina li Sûriyeyê, têgeha wê û bandora wê ya li ser pêşerojê bû, mijara duyem jî destûra Sûriyeyê û rola pêkhateyên wê û jinan bû.

Rûniştina yekem a bi sernavê nenavendîkirin li Sûriyeyê, têgeha wê û bandora wê li ser pêşerojê, ji aliyê seroka Nivîsgeha Jinan a MSD’ê Cîhan Xidro ve hat birêvebirin û li ser nenavendîkirin û girîngiya pêkanîna wê li Sûriyeyê axivî.

Cîhan Xidro wiha axivî: "Nenavendîkirin li ser bingeha dabeşkirina desthilatdariyan di navbera hikûmeta navendî û rêveberiya herêmî de ye. Li Sûriyeyê, ew amûrek bingehîn e ji bo jinûveavakirina dewletê piştî salên desthilatdariya navendî. Bi destpêkirina şoreşê re, têkçûna navendîkirinê eşkere bû. "

Cîhan Xidro anî ziman ku pêkanîna nenavendîtiyê gaveke girîng e ji bo çêkirina hevsengiya civakî û siyasî bi rêya dayîna desthilatdariyê ji herêman re û got: "Di pergala nenavendî de her herêmek dikare li gorî taybetmendiyên xwe xwe birêve bibin, bêyî ku ev yek were wateya hilweşînê. Nenavendîtî yekitiyê xurt dike. Her wiha pêdivî heye ku bandorên koçberiyê werin çareserkirin, di heman demê de mafên jinan werin parastin û rola wan were zêdekirin."

Cîhan Xidro diyar ku jinên Sûriyeyê di dema şer de hebûna xwe ya çalak ji hêla siyasî, civakî û mirovî ve îsbat kirine û nenavendîbûn derfetê vedike ku ew bi rêya meclisên herêmî werin hêzdarkirin û beşdariya wan di biryardayînê de zêde bibe, bandoreke rasterast li ser pirsgirêkên wan û civaka wan bike. Cîhan Xidro got ku astengiyên civakî hîn jî rola wan sînordar dikin, ku ev yek polîtîkayên piştgir hewce dike ku mafên wan bigre bin temînatê.

Cîhan Xidro got, nenavendîkirin dibe alîkar ku edalet û wekhevî xurt bibe, jinan ji bo gihîştina perwerde, tenduristî û beşdariya aborî hêzdar bike, belavkirina çavkaniyên dadmendtir misoger bike, her wiha jinan di destnîşankirina pêşîniyên pêşkeftinê û nivîsandina qanûnên ku mafên wan garantî dikin de beşdar bike.

Mijara duyem bi sernavê; Destûra Sûriyeyê û rola pêkhate û jinan, ji hêla lêkolînerê hiqûqa navneteweyî Xalid Cebir ve hat birêvebirin. Xalid Cebir wiha got: "Ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ya di sala 2011’an de, eşkere bûye ku destûra berê di pêkanîna edalet û wekheviya di navbera pêkhateyên cuda yên civakê de nekiriye û rê vekiriye ku beşên berfireh ên nifûsa Sûriyeyê ji civakê werin dûrxistin. Bi berdewamiya krîzê re, nivîsandina destûreke nû ku daxwazên gelê Sûriyeyê nîşan bide, bûye pêdivî."

Divê nirxandin li ser bicihkirina nirxên wekheviyê bê cudahî di destûra nû ya Sûriyeyê were kirin

Xalid Cebir destnîşan kir ku divê destûra nû ya Sûriyeyê wekî peymanek civakî were dîtin ku mafên mirovan û azadiya bingehîn piştrast dike û nirxên wekheviyê di navbera welatiyan de bê cudahî, di nav de misogerkirina mafên jinan jî misoger dike. Divê li ser prensîbên demokrasiya nûjen jî were avakirin û pirrengiya siyasî û civakî bi pêş bixe û wiha anî ziman: "Nenavendîbûn hêmaneke girîng e ji bo jinûveavakirina dewletê, ji ber ku ew beşdarî dabeşkirina dadperwer a desthilatdariyê di navbera hikûmeta navendî û rêveberiyên herêmî de dibe û derfetên mezintir dide welatiyan, nemaze jinan ku beşdarî biryardayînê bibin."

Lêkolînerê hiqûqa navneteweyî Xalid Cebir wiha domand: "Xurtkirina statuya jinan di destûrê de yek ji stûnên avakirina paşeroja Sûriyeyê ye û ev yek hewce dike ku temînatên zelal werin danîn ku beşdariya wan a çalak di jiyana siyasî de, bi riya temsîliyeta wan di parlamento, hikûmet û astên rêveberiyê de, misoger bikin. Divê mafên wan ên bingehîn ên perwerde, kar, lênihêrîna tenduristiyê û milk jî werin parastin."

Piştî vê yekê, di navbera beşdaran de nîqaşek li ser xurtkirina rola jinan di nenavendîbûnê de, bidestxistina edalet û wekheviya civakî, çareserkirina pirsgirêkên ku jinên Sûrî pê re rû bi rû ne û avakirina mekanîzmayan ji bo misogerkirina parastina mafên jinan di pêşerojê de hat vekirin. Beşdaran tekez kirin ku pêwistiya Sûriyeyê bi nenavendiyek siyasî, civakî û erdnîgarî heye.

Rûniştina diyalogê ku îro dana sibê hat lidarxistin, bi pêşniyarên wiha bi dawî bû:

*Nenavendîtî bingeha avakirina Sûriyeya demokratîk û dadwer e û divê beşdariya bi bandor a hemû pêkhateyan, bi taybetî jinan, bixe bin temînatê.

*Daxwaza ku jin di pêvajoya nivîsandina destûra neteweyî de bi temsîliyeta herî kêm ji %50 di hemû qonaxên pêvajoya destûrî de hevkarên bingehîn bin.

*Pêwistiya bicihkirina edaleta zayendî weke prensîbeke destûrî ya eşkere, temînata wekheviya maf û derfetan di navbera jin û mêran de û qedexekirina cudakariyê di hemû şêweyên wê de ye.

*Rêveberiya nenavendî çarçoveyek girîng ji bo pêkhateyên Sûriyeyê û ji bo hêzdarkirina jinan di hemû aliyên jiyanê de pêk tîne.

Pêwistî bi vîzyoneke jinan a rêveberiyê heye ku pirsgirêkên civakî û mirovî di nava bingeha pêvajoya avakirina dewletê de bi cih bike, ne tenê di aliyên fermî yan nûnertiyê de.

*Pabendbûna bi bicîhanîna peymanên navneteweyî di destûra nû ya Sûriyeyê de, di nav wan de ya herî girîng Peymana Jiholêrakirina Hemû Cureyên Cudakariya li dijî Jinan (CEDAW), di destûra pêşerojê ya Sûriyeyê de.

*Divê rêxistinên civaka sivîl û femînîst encamên vê rûniştinê di nav rojev û planên xwe yên pêşerojê de bipejirînin û ji bo veguherandina wan bo gavên pratîkî bixebitin.

*Rûniştinên diyalogê yên berdewam û semînerên dîjîtal li ser pênaseya rastîn a pergaleke nenavendî ne.