Girse li pêşiya şarêdariyên xwe ne

Li pêşiya şarêdariyên bajarê Mêrdîn, Êlîh û Xelfetî ku ji aliye dewleta Tirk ve hatin gasp kirin; hevşaredar, parlamenter û gel ketin nava çalakiyê.

Girse li pêşiya şarêdariyên xwe ne
4 mijdar, 2024   11:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro (04 Mijdar 2024) saetên sibehê de ji aliye Wezîrê Karê Hundir yê dewleta Tirk qeyûm li şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetî hate avêtin. Li dijî poltîkayên qeyûmê hevşaredar, parlamenter û gel li pêşiya şaredariyên hatine gasp kirin kom bûn û çalakî lidardixin. Polîsên dewleta Tirk êrişî girse û hevşaredaran kir. Tê payîn ku hevserokên DEM Partî`yê di saetên pêş de herin Mêrdîn û Êlih`ê. 

Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk û girse li pêşiya şaredariya Êlihê kom bûn. Berteka ewil jî dayika Îpek Er nîşan da ku ji ber destdirêjiya çawişê pispor Mûsa Orhan hatibû û di 1’ê tîrmeha 2020’ê de întîhar kiribû. Dayika Îpek Er bi gotina “Ma qet şerefa we tune ye” nîşan da.

‘EM Ê JI MÊTINGERAN RE NEHÊLIN’

Li wir hevşaredar Gulistan Sonuk axivî û wiha got: “Qeyûmê Êlihê bi akrepan, bi wesayîtên zirxî, bi yên kîrpiyan şaredarî xesp kiriye. Ew jî dizane ku rewa nîne lewma artêşa polîsan aniye û îradeya bajar bi wesayîtên zirxî xesp kiriye. Em li vir bangî hemû gelê Êlihê dikin. Em bangî jinan dikin. Em bangî ciwanan, jinan û hemû kedkaran dikin. Ev şaredarî ya me ye. Me bi rêjeyeke mezin a dengan ji xespa qeyûm rizgar kir. Em ê bajarê xwe, şaredariya xwe careke din ji talanker û mêtingeran re nehêlin û bi hev re rizgar bikin.” Berxwedana gel a li pêşiya şaredariyê didome.

JI PÊŞ ŞAREDARIYA MÊRDÎNÊ: DÊ EV GEL SERÎ NETEWÎNE

Hevşaredarên Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr û gelek welatî hatin pêşiya şaredariyê. Hevşaredar û kesên pê re xwestin bikevin avahiya şaredariyê lê polîsan bi mertalên xwe êriş birin ser û nehiştin bikevin şaredariyê. Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş bertek nîşan da û wiha got: “Dê rûyê we nemîne ku hûn li rûyê zarok û malbatên xwe binêrin. Vî gelî ev sed sal e paşvegav neavêt û serî netewand. Dê serî netewîne jî. Bila ev jî wisa bê zanîn.”

`ME TU CARÎ SERÎ LI BER ZILMÊ NEDANÎ Û DÊ NEDANÎN`

Hevşaredarên Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan, Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol, Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Bekir Karakeçîlî, nûnerên Şaxa OHD’a Rihayê û gelek kes li pêşiya şaredariya Xelfetî kom bûn.

Li wir Hevşaredar Mehmet Karayilan ev tişt anî ziman: “Biryara tayînkirina qeyûm ji bo me tune ye. Em vê biryarê nas nakin. Gelê me em hilbijartin. Em ê bi hêza ji gelê xwe digirin jî peywira xwe bidomînin. Em ê hêjayî gelê xwe bin. Me tu carî serî li ber zilmê nedanî û dê nedanîn. Ev zîhniyet dê di zilma xwe de bifetise. Yên tehemûla îradeya gel nakin dê têk biçin. Em ê zordestiya faşîzmê qebûl nekin.”

Avahiya her sê şaredariyan hatiye dorpêçkirin û gel jî li pêşiya wan kom dibin.

DÊ HEVSEROKÊN DEM`Ê HERIN MÊRDÎN Û ÊLIHÊ

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamya (MA) Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Uçar û Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari dê biçin Êlih û Mêrdînê. Hat zanîn ku Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir dê biçe Êlih3e, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Uçar jî biçe Mêrdînê. Li bendê ye ku Bakirhan û Hatîmogûllari jî ji ewil biçin Êlihê.