Li Îranê di mehekê de 126 kes hatin darvekirin

Li gorî medya Rojhilatê Kurdistanê di meha Mijdarê de li Îranê 126 kes hatine darvekirin. Ji vê hejmarê 25 jê Kurd in.

Li Îranê di mehekê de 126 kes hatin darvekirin
3 kanûn, 2024   13:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Medya Rojhilatê Kurdistanê li ser darvekirinên di meha Mijdarê (2024) de agahî parvekirin. Li gorî çavkaniyê, di meha Mijdara îsal de 126 kes ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin.

Çavkaniyê ragihand ku ji 126 kesên hatine darvekirin 25 jê Kurd in.

Hêjayî gotinê ye di meha Cotmehê (2024) de jî 161 girtî ji aliyê Îranê ve hatibûn darvekirin û ji wê hejmarê 22 kes Kurd bûn.