Hevserokê Meclisa Efrin-Şehba: Em ji bo gelê me yê maye seyareyan dişînin

Hevserokê Meclisa Kantona Efrîn-Şehbayê Mihemed Şêxo da zanîn ku ew ji bo gelê ku niha li Şehbayê maye, karwanê seyareyan dişînin û bang li welatiyan kir ku cihên dê seyare biçinê amadebin.

Hevserokê Meclisa Efrin-Şehba: Em ji bo gelê me yê maye seyareyan dişînin
3 kanûn, 2024   13:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Meclisa Kantona Efrîn-Şehbayê Mihemed Şêxo daxuyaniyek li bajarê Tebqayê da û li ser mijarê agahî dan. 

Şêxo bang li welatiyên ku niha li Şehbayê mane û got:

“Bi dehan karwanên otobusan ji bajarê Tebqayê ber bi Şehbayê ve diçin. Wê sayere li herêmên Şehba bigerin da ku gel bi saxî û selametî ji herêmê derxînin.

Seyare wê li riya Ehdas, kampa Serdem, Til Qerah, Kefer Nasah, Kefer Naya, rêya Heleb-Efrînê û Nubil, Gundê Mezin, Bașemrê, Kalûtê, Burc El-Qas, Ziyaretê , Aqîbe, Bênê, Dêr Cemal, Til Rifaat, Ehras, Fafin, û gundên cîran, Ehdas û kampa Berxadan bigerin.

Mihemed Şêxo bang welatiyên li Şehbayê kir ku xwe amade bikin û karibin xwe bigihîn berpirsyaran.”

(a)

ANHA