Li Îmraliyê zagonên têne binpêkirin

Rêber Abdullah Ocalan li girava Îmraliyê 26 sal e di bin tecrîdeke giran de ye. Hemû mafên zagonî û peyman û biryarên navneteweyî yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine îmzekirin û di destûra wê bi xwe de jî cih digirin, li Îmraliyê nayên bicihanîn. Saziyên navneteweyî jî bê deng in û bersivê nadin serlêdanên parêzeran jî.

Li Îmraliyê zagonên têne binpêkirin
16 gulan 2024   10:43
NAVENDA NÛÇEYAN
CÎHAN BÎLGÎN

Bertekên li hember “cezayên dîsîplînê” yên li Îmraliyê zêde dibin. Herî dawî, heta 3 mehan hevdîtin li 3 girtiyên siyasî û Rêber Abdullah Ocalan ên li Îmraliyê têne dîlgirtin, hate qedexekirin. Vê yekê jî pirsa "Li Îmraliyê kîjan hiqûq û zagon di meriyetê de ne?" xist rojevê.

Ji parêzerên Rêber Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez têkildarî mijarê agahî dan ANHA'yê û diyar kir ku li girava Îmraliyê sîstemeke bêhiqûqî tê meşandin.

‘NE TENÊ BÊHIQÛQÎ YE, BÊEXLAQÎ Û BÊHIJDANÎ YE JÎ’

Parêzer Îbrahîm Bîlmez destnîşan kir ku serlêdanên di çarçoveya hiqûqê de hatine kirin heta niha bê bersiv mane û bersivên hatine dayîn jî demborî bûne û got: “Sîstema ku ji sala 1999'an ve li Îmraliyê bi taybetî hatiye amadekirin û heta roja îro tê meşandin, bi zimanê hiqûqê nayê vegotin. Ne pêkan e ku tecrîda hatiye ferzkirin û bi taybetî jî bêagahîbûna 3 sal û nîvan a dawîn bi tu zagon, rêzikname û destûran nayê vegotin. Ji ber ku ev ne zagonî ye, di tu destûran de cih nagire û li gorî tu peymaneke navneteweyî nîn e. Ji ber vê yekê ne pêkan e ku bi hiqûqê were vegotin. Ne tenê derzagonî ye, di heman demê de bêexlaqî û bêwijdanî ye.”

‘EM NIKARIN KARÊ XWE YÊ PARÊZERIYÊ BIKIN’

“Tirkiye bi berdewamî hewl dide ji bo tecrîda xwe ya li derveyî hiqûqê sîwanekê çêke. Ev bê kêr in û bêhiqûqiya tecrîdê ji holê ranakin." Bîlmez bi van gotinan îşaret pê kir ku dewleta Tirk bi tecrîdê zagonên xwe jî binpê dike û got: "Di serî de Zagona Parêzeriyê tê binpêkirin. Em wek parêzer nikarin karê xwe bikin, em nikarin muwekîlê xwe biparêzin. Li gorî vê qanûnê, ji hemû rayedarên cemaweriyê tê xwestin ku ji bo bicihanîna wezîfeya xwe alîkariya parêzeran bikin. Lê hevdîtinên me asteng dikin.”

KÎJAN QANÛN TÊN BINPÊKIRIN?

Bîlmez got zagon û peyman li Îmraliyê ne derbasdar in û li ser destûr û qanûnên Tirkiyeyê yên hatine binpêkirin û xalên pêwendîdar ên peymanên navneteweyî ev agahî dan:

- Gelek xalên Qanûna Ceza Înfazê ya bi hejmara 5275’an tên binpêkirin. Ji bo pêşî li serdanên malbatan bigirin, hincetan çêdikin, wekî cezayên dîsîplînê. Herî dawî cezayekî nû yê dîsîplînê dan û li ser esasê wê serdana malbatan qedexe kirin. Ev cezayên dîsîplînê her 3 mehan carekê bi awayekî otomatîk tên dayîn. Lewma hevdîtina malbatan bi temamî ji holê rakirine.

Di xala 25’an a Qanûna Ceza Înfazê de Mafê Serdana Malbatê heye.

Qedexe jî bi benda 2’yemîn a xala 43’yan Qanûna Ceza Înfazê tê ferzkirin, lê mîna ku di raporên CPT’yê de gelek caran hatiye destnîşankirin, şert û mercên qedexeya serdanê ya malbatan çênebûne. Ne tenê xala 25'an e anku Mafê Serdana Malbatê tê binpêkirin, her wiha xala 43’yan jî tê binpêkirin, ji ber ku ev xal ji bo cezayê dîsîplînê tê bikaranîn lê bêyî bicihhatina şert û mercan tê kirin.

- Di xala 66’an a Qanûna Ceza Înfazê de Mafê Peywendiya bi Telefonê heye, lê ev maf nayê dayîn. Birêz Ocalan ji roja ku li Îmraliyê hatiye bicihkirin, tenê du caran bi telefonê peywendî daniye û axaftina wî ya dawîn jî nîvçe hiştin.

- Di xala 68’an a Qanûna Ceza Înfazê de Mafê Nameşandinê heye. Em nizanin ka ew nameyên em dişînin Îmraliyê diçin an na û ji Îmraliyê name nayên. Lewma ev maf jî tê binpêkirin.

- Di xala 107’an a Qanûna Ceza Înfazê de Tehliyekirina Bişert heye. Li gorî vê xalê, muwekîlê me birêz Veysî Aktaş ê li Îmraliyê, ji ber ku cezayê muebbetê lê hatiye birîn, diviyabû piştî 30 salan bihata tehliyekirin. Lê nehat tehliyekirin û dema înfaza wî heta saleke din hat dirêjkirin.

MAFÊN HATINE BINPÊKIRIN ÊN DI PEYMANÊN NAVNETEWEYÎ DE

Di Destûra Komara Tirkiyeyê, Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) û Peymana Cêwî ya Neteweyên Yekbûyî de jî mafên ku li dijî Îmraliyê tên binpêkirin, heman in.

- Li Îmraliyê Mafê Nedîtina Îşkence û Muameleya Xirab yê di xala 3’yan a PMME’yê û xala 17’an a Destûra Tirkiyeyê de hat binpêkirin. Mayîna di nava tecrîdê de bi qasî 3 sal û nîvan û nikare bi kesî re têkiliyê deyne. Ev tê wateya pêkanînên xirab û îşkenceya manewî. Li gorî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, şêweyê înfazê yê bêyî 'Mafê Hêviyê' îşkenceyek e ku  muwekîlê me heta mirinê li girtîgehê bimîne. Di serlêdana ku me ya di sala 2014’an de biryareke wiha hat dayîn. Muwekîlên me li Îmraliyê 24 saetan di bin îşkenceyê de ne.

- Mafê Darizandina Adilane yê di xala 6’an a PMME’yê û xala 36’an a Destûra Tirkiyeyê de, astengkirina hevdîtina parêzeran, nedîtina teblîgatên cezayên dîsîplînê ji aliyê muwekîlên me ve û hwd, ji gelek aliyan ve ev mafê tê binpêkirin.

- Ji ber ku muwekîlên me nikarin bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin, nameyan bişînin an jî telefonê bikin; Mafê Hurmeta li Malbatê û Jiyana Taybet yê di xala 8’an a PMME’yê û xala 20’an a Destûr Tirkiyeyê de, tê binpêkirin.

- Xala 5’an a PMME’yê û Mafê Azadî û Ewlehiyê yê Kesan ku di xala 19’an a Destûra Tirkiyê de cih digire, tên binpêkirin. Muwekilên me ne li girî zagonê tên girtin, di bin şêweyekî xerabtir ê înfazê de ne forma înfazê ya di hiqûqê de hatiye pênasekirin, derbas dike.

 - Rêgeza Sûc û Cezayê Bêzagon Çênabe ya di xala 7’an a PMME’yê û xala 38’an a Destûra Tirkiyeyê de, tên binpêkirin. Forma înfazê ku muwekîlên me tê de tên ragirtin, di tu zagonan de tune ye û ji ber vê jî ne hiqûqî ye.

- Prensîba Azadiya Ramanê ku di xala 10’an a PMME’yê û xala 25’an a Destûra Tirkiyeyê de cih digire, ji ber ku muwekîlên me bi tu awayî nikarin xwe îfade bikin, tê binpêkirin.

- Mafê Serlêdana Bibandor ku di xala 13’an a PMME’yê û xala 40’an a Destûra Tirkiyeyê de heye, binpê dikin. Muwekîlên me ji ber ku nikarin bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin, nikarin serlêdaneke bibandor jî bikin. Gava ew bi xwe serlêdanekê dikin, mesela gava îtiraza cezayên dîsîplînê dikin, dadgeheke bilindtir rasterast wan red dike. Ji me parêzeran re tu belge nayên dayîn. Tevî daxwazên me, cezayên dîsîplînê yan jî biryarên dadgerên înfazê yên ku muwekîlên me bi wan re tên cezakirin, nadin me û ji me vedişêrin.

RÊ Û RÊBAZÊN ZAGONÎ YÊN LI HEMBER BINPÊKIRINAN

Îbrahîm Bîlmez, serlêdanên ku hem di hiqûqa navxweyî de hem jî di hiqûqa navneteweyî de li dijî binpêkirinên hiqûqî yên li Îmraliyê û nêzîkatiya li hember serlêdanan jî, wiha parve kirin:

- Di hiqûqa navxweyî de em destpêkê li dijî cezayên dîsîplînê û qedexeyan serlêdana parêzeran îtîrazê dikin. Dadgeriya Înfazê ya Bursayê ya Tirkiyeyê van îtirazên xwe yekser red dike.

- Li dijî biryarên Dadgeriya Înfazê ya Bursayê em serî li Dadgeha Cezayê Giran a Bursayê didin û bêyî hincetekê nîşan bidin, îtiraza me bi biryareke gelekî kurt tê redkirin.

- Em serî li Dadgeha Destûrê didin lê mixabin pêvajoya li vê dadgehê bi salan didome û tu carî biryar nayên dayîn. Heke biryar li Dadgeha Destûrê bê redkirin -jixwe gelek caran tê redkirin- vê carê jî ji ber ku hiqûqa navxweyî diqede, em serî li mekanîzmayên hiqûqê yên navneteweyî didin.

- Em serî li Dadgeh Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) didin û di vî warî de gelek serlêdanên me hene. Pir zelal e ku bêhiqûqiyek heye. Em nikarin encameke bibandor bigirin. Heta hiqûqa navxweyî kuta dibe, bi salan didome û dîsa bi salan em li benda serlêdanên DMME'yê dimînin. Li DMME’yê dozeke me ya tecrîdê didome û tevî ku zêdetirî 10 sal derbas bûne jî, hîna ji bo dosyayê biryar nehatiye dayîn.

- Me serî li Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî da. Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî jî mîna DMME’yê dadgeheke navneteweyî ye û Tirkiyeyê jî Peymana Cêwî ya Neteweyên Yekbûyî îmze kiriye. Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî daxwaza me ya tedbîrgirtinê qebûl kir û biryara tedbîrê derxist û ji Tirkiyeyê re ragihand ku bêyî tu sînordariyê deyne, tavilê destûrê bide girtiyên li Îmraliyê ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Mixabin Tirkiyeyê ev bi cih neanî û me ev yek careke din ji Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî re ragihand. Wê jî biryara xwe careke din bi bîra Tirkiyeyê xist. Lê mixabin Tirkiyeyê dîsa bi cih neanî.

- Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) heye ku organeke Konseya Ewropayê ye û Tirkiye jî endameke wê ye. Em jî timî pê re di nava têkiliyê de ne. CPT beriya niha 8 caran çûbû Îmraliyê û raporên xwe weşandibûn. Rapora xwe ya li ser serdana xwe ya 9’an hê neweşandiye. CPT di raporên xwe yên beriya niha de gelek caran hişyarî dabû Tirkiyeyê û gelek binpêkirinên mafan tespît kiribûn. Lê Tirkiyeyê tu ji wan bi cih neanî. Tirkiyeyê heta niha rapora dawîn nepejirandiye û CPT rapora dawîn jî dernaxe. Hevdîtinên me yên bi CPT'yê re didomin.

‘TECRÎD JI PIRSGIRÊKA KURD QUT NÎN E’

Parêzer Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku polîtîkaya li hemberî Îmraliyê tê meşanin, ji pirsgirêka Kurd serbixwe nîn e û wiha lê zêde kir: “Birêz Ocalan di darizandinên li Îmraliyê de ev yek wiha dianî ser ziman; "Doza min dozeke siyasî ye, ne tenê dozeke hiqûqî ye.” Ji ber vê yekê divê hem ji aliyê hiqûqî hem jî ji aliyê siyasî ve têkoşîn hebe. Em hem bi aliyên hiqûqî û hem jî yê dîplomatîk re eleqedar dibin. Divê li hember tecrîdê deng bê derxistin.”