Dosyaya penaberên Sûriyeyê û lûtkeya Behreynê rojevên rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de cih dan dosyaya penaberên Sûriyeyê yên li Urdinê, lûtkeya Behreynê û rewşa Sûdanê.

Dosyaya penaberên Sûriyeyê û lûtkeya Behreynê rojevên rojnameyên erebî ne
16 gulan 2024   10:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Beyan der barê dosyaya penaberên Sûriyeyê yên li Urdinê de nûçeyek bi sernavê ’Penaberên sûriyeyî yên li Urdinê di navbera vegerê û rawestandina alîkariyan de ne’ weşand. Hat diyarkirin ku Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a girêdayî Neteweyên Yekbûyî ji destpêka vê mehê ve alîkariyên diravî yên ji bo penaberan kêm kiriye. 

Rojnameyê cih da daxuyaniyên wezîrê berê yê Urdinê Dr. Emîn El Meşaqibe yên der barê mijarê de û hate gotin: "El Meşaqibe di civîneke çapemeniyê de got, alîkariyên ji penaberan re têne şandin bi awayekî berbiçav kêm bûne. Ev alîkar pir kêm e, ji sedê 28 lêçûna penaberiyê digire. Hikumeta Urdinê  nikare bi temamî lêçûnên penaberiyê hilgire, nemze ku bandorê li aborî, binesazî û kel û pelên stratejîk dike. Li gorî Meşaqîbe, çareseriya yekane ji vê aloziyê re ew ku hikumeta Urdin û Şam bi saziyên NY’yê re lihev bikin ku penaber li gorî plansaziyeke diyarker vegerin warê xwe."

Li gorî rojnameyê  "Çavdêr destnîşan dikin ku hêzên navneteweyî hewl dide bi rêya kêmkirina alîkariyan penaberên ber bi vegerê ve bidehfînin û bi vê yekê dawî li dosyaya penaberan bînin."

’PÊŞNUMEYA ENCAMNAMEYA LUTKEYA BEHREYÊNÊ: HÊZÊN PARASTINÊ YÊN NY’YÊ LI BENDA CUDAKIRINA HER DU DEWLETAN E’

Rojnameya Şerq El Ewsat der  barê civîna Komkara Dewletên Ereban ku dê îro li Behreynê were lidarxistin de, nûçeyek weşand. Hate destnîşankirin ku kopiyaya ne fermî ya encamnameya lûtkeya Behreyênê  ji van xalan pêk tê "Dewletên Ereban daxwaza belavkirina hêzên parastina aştiya yên girêdayê NY’yê li xaka Filistînê dikin heta ku her du dewlet (Îsraîl û Filistîn) ji hev werin cudakirin. Ji bo cudakirina her du dewletan dema diyalogan were diyakirin. Divê aloziya Sûriyeya li gorî biryara Konseya Ewlekariyê ya 2254’an were çareserkirin. Divê ewlehî, serdestî û yekitiya xaka Sûriyeyê werin parastin û hêviyên gelê wê werin bicihanîn, gelê Sûriyeyê ji terorê were xilaskirin. Her wiha ji bo vegera ewle ya bi dilxwazî ya penaberên Sûriyeyê li warê xwe hewaya guncaw werin mîsogerkirin. Destwerdana li kar û barên hundirîn ên Sûriyeyê û hewldanên guhertina demografiya wê re dikin."

’DYA REŞBÎN E KU DANÛSTANDINÊN SÛDANÊ JI NÛ VE DEST PÊ BIKIN’

Rojnameya Ereb El Londoniye  cih da rewşa Sûdanê. Rojnameya El Ereb El Londoniye têkildarî  ji îhtîmala ku di zûtirîn dem de dan û standin di navbera Hêzên Piştevaniya Lezgîn û Artêşa Sûdanê de ji nû ve destpê bikin, reşbinî ye. Hat bi bîrxistin ku di encama hevdîtînên nûnerê DYA’yê yê bo Sûdanê  Tom Perriello li gel her du aliyên sûdanî de, her du aliyan tu amadekariyên xwe ji bo diyalogan diyar nekiribûn.

(bb)