Li Îlamê ciwanek hate qetilkirin

Tehran, ji sala 1979’an heta niha şahidiya protestoya herî mezin dike. Hêzên rejîmê jî bi gaza îsodê gel hedef girt. Li Îlamê ciwanek hate qetilkirin.

Li Îlamê ciwanek hate qetilkirin
6 ÇILE, 2026   16:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwepêşandanên li Îranê ji 28’ê Kanûnê heta niha didomin. Xwepêşandan yên di saetên serê sibehê de li bazara Tehranê dest pê kirin, didomin. 

Hêzên rejîmê bi gaza îsotê û bombeyên gazê êrişî welatiyan kir. Çavkaniyên herêmî dibêjin ku ji sala 1979’an heta niha cara ewil e li vê bazarê liv û tevgerek çêdibe.

 Di çalakiyên 3’yê Çileyê yên li bajarê Malkşahî ya eyaleta Îlamê de ciwanê bi navê Muhammed Riza Karmî birîndar bûbû û li beşa çavdêriya awarte ya Nexweşxaneya Humeynî dihat tedawîkirin.

Hat zanîn ku Karmî boksor bû û di saetên serê sibehê de jiyana xwe ji dest da. Li bendê ye ku Karmî tevî Fares Mohsen Aga Muhammedî ku rojek berê ji hêla rejîmê ve li heman bajarî hatibû qetilkirin, di roja şemiyê de bê definkirin.

Navenda Mafên Mirovan a Hengawê, jî da zanîn ku hêzên rejîmê Dibistana Rubaba Kamalî ya li pêşiya Nexweşxaneya Humeynî ya li Îlamê veguherandiye baregeha leşkerî.

 Hat zanîn ku hêzên rejîmê ji bo nexweşxaneyê bişopînin, dorpêç bikin û êrişê bibin ser vê derê bi kar tînin. Her wiha ragihand ku dîmenên kêliya hêzên rejîmê gule li welatiyên nexweşxaneyê direşand hatine parvekirin.