Li Idlibê jinek û zarokek birîndar bûn

Di êrişeke hewayî ya hêzên hikumeta Şamê ya li gundewarê Idlibê de jinek û zarokek birîndar bûn.

Li Idlibê jinek û zarokek birîndar bûn
11 îlon, 2024   12:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku droneke xwekujî ya hêzên hikumeta Şamê li bajarê Sermînê yê gundewarê Idlibê de taxên niştecihan bombebaran kir. SOHR diyar kir ku di bombebaranê de jinek û zarokek birîndar bûn.

Li gorî SOHR, droneke din derdora bajarê Idlibê bombebaran kir, lê der barê zerarên canê tu agahî nehatin parvekirin.

(bb)